Ewropa ji ber hişkesaliyê xiraptirîn hefteyê derbas dike

14-08-2022
RÛDAW
Wêne: AP
Wêne: AP
Nîşan Ewropa Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêleke germê seranserê Ewropayê daye ber xwe. Hişkesaliyê rewşa Ewropayê xirab kiriye û yek ji xirabtirîn hefteyê derbas dike.

Li navçeya Surrey li başûrê rojhilatê Brîtanyayê, ji ber hişkesaliyê agir bi daristanê ketiye. Enstîtuya Jîngehê ya Brîtanyayê dibêje, hişkesaliyê li welêt heta sala bê berdewam dibe. Wêneyê ku 10 vê mehê ji esman ve hatiye girtin, nîşan dide ku rojhilat û başûrê Brîtanyayê zer bûne.

Li Fransayê jî, li gor amarên sîstema zanyariyên agirê daristanên Ewropayê, ji destpêka îsal ve zêdetir ji 60 hezar hektar daristan şewitîne.

Ji ber hişkesaliyê ava vexwarinê jî kêm peyda dibe. Welatîiyek bi navê Remon, xelkê bajarokê Seylanê ya başûrê rojhilatê Fransayê ye. Ji meha Nîsanê ve rojane 8 caran bi tankerê ji bajarekî cîran ava vexwarinê bo bajarê xwe vediguhezîne.

Rêveberê Bajarokê Seylanê Rene Ugo dibêje "Me dîrokê de hişkesaliyeke bi vî awayî nedît. Destpêkê tenê pirsgirêka avê li cem me hebû. Lê niha li hemû navçeyê pirsgirêk heye."

Bendava Vinuela, yek ji mezintirîn bendav bû li başûrê Îspanyayê. Lê niha beşeke zêde bûye erdekî derizî û asta ava wê heta %12ê daketiye.

Pacho, cotkarekî bajarê Malaga ye, di baxê xwe de mango û avakado berhem tîne. Ji ber kêmbûna ava bendavê, îsal berhemên wî %25 kêm bûne.

Cotkarê bi navê Pacho got "Nebûna avê hemû tişt jinav bir. Hemû jî ji ber guherîna keşûhewayê ye ku sedem em in."

Hikûmeta Îspanyayê, bo cotkaran rêkar derxistine, ku divê di van deman de fêkî û berhemên ku ava hindik dixwazin, biçînin. Lê hişkesaliyê tenê bandor li çandiniyê nekiriye, li giyandarên avî û lîstikên avê jî bandor kiriye.

Komîsyona Yekitiya Ewropayê dibêje, hişkesalî vê hefteyê digihêje lûtkeyê û bandorê li %47ê parzemînê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst