Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa Belarus, Lubnan û aloziyên navbera Yûnan û Tirkiyê dicive

14-08-2020
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropa Tirkiye Yûnan Belarus Lubnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro înê Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê  bi awayekî awarte dicivin. Hilbijartinên Belarus û aloziya li Deryaya Spî babetên serekî yên gotûbêjê ne, her  wiha biryar e, rewşa Lubnan û teqîna li Beyrûtê jî bêne gotûbêjkirin.

Sê mijarên gerim ên rojevê li ser maseya danûstandinan a wezîrên derve yên welatên Ewropayê ne.

Yekem hilbijartina serokatiya Belarusê ye û xwepêşandanên dijî encamên wan. Alexander Lokaşînko ji sala 1994ê ve li ser kursiya desthilata Belarûsyayê ye û di hilbijartina dawî de jî ku hefteya borî hat kirin, ji sedî 80î dengan bidest xist û bû şeşem car li pey hev dibe serokê wî welatî.

Vê encamê nerazîbûna opozisyona welatê wî li pey xwe anî, û bi kirina saxtekariyê hat tometbarkirin.

Yekîtiya Ewropayê jî piştîvaniya xwepêşanderên Belarûsê dike, û bi heman awayî gumana wê di zelalbûna dendanê de heye.

Berdevkê Komisyona Ewropî, Peter Stano dibêje: “Li gor wan zanyariyên ku heta niha gihiştine m û me dîtine, guman di rewşa rastî û dirustbûna kirina hilbijrtinê û encaman de heye, ku ji aliyê komisyona navendî hatine belavkirin. Her jibo vê yekê me di daxuyaniyên xwe de li ser asta Yekîriya Ewropayê û bi tenê jî, em tekeziyê li ser wê yekê dikin, ku divê biryara xelkê Belarûsya derbarê encaman de rengvedan hebe, wate divê hikûmeta wî welatî guh bide daxwazên xelkê xwe. Herwiha divê rêzê li mfên seretayî bigire.”

Mijareke din ku Yekîtiya Ewropayê danûstandinê bo bike,nakokiyên Tirkiyê û Yûnanê ne li deryaya naverast .

Tirkiyê li navçeya avê dest bi gera li petrol û gazê dike, ev jî Yûnan aciz kiriye.

Esîna dibêje ev cihê ku keştiyên Tirkiyê lêgerînê dikin, beşekî sînorê Yûnanê ye û hişyariyê jî dide Enqerê ku eger dest ji wî karê xwe bernede, dê besiveke tund jê werbigire.

Serokwezîrê Yûnanê, Kyriakos Mitsotakis derbarê vê yekê de ragihand: “Bila ev yek zelal be, metirsiya her pêşhatekê wê demê çêdibe, ku hemû ew keştiyên leşkerî li wê navçeyê tên komkirin. Di rewşeke wiha de, berpirsyarîtî dikeve stûyê wî aliyê ku ew rewş çêkiriye. Em pabendin bi yasayên navdewletî û hêza dîplomasî bo çareserkirina aloztirîn pirsgirêkan jî. Em qet nabin aliyê alozkirina rewşê, lê berevanî diber xwe de yek ji rehendên me ne. Qet hewlê acizkirina me bê bersiv namîne. Me eşkere kiriye her demekê pêwîst be em bersivê bidin û her didin û careke din jî heman tiştî dikin.”

Lê Tirkiye guh nade hişyariyên Yûnanê, û amajeyê bi wê yekê dide ku sînorê lêgerînên xwe berfirehtir dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu dibêje: “Em pêdagirin li ser berdewamîdana li ser gerên xwe. Heta dawiyê berevaniyê di ber mafê Tirkiyê û Qubrisa Tirk de dikin li rojhilata deryaya naverast û li nav Qubrisê jî û ti tenazulê jî nakin.”

Biryar e Yekîtiya Ewropayê danûstandinê li ser teqîna bendera Beyrutê û komkirina alîkariya zêdetir bo Lubnanê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst