Welatê ku lê krîza mirovî ya herî mezin heye hatiye jibîrkirin: Sûdan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûdana welatê Afrîkaya Rojhilat ji ber pevçûnên ku 15 meh in di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HPL) ên paramîlîter de dewam dikin krîza xelayê û ji cihê xwe kirinê ya herî mezin a dinyayê heye.

Her çiqas hejmara kesên ku rasterast mane bin bandora pevçûnan de û jiyana xwe ji dest daye wekî 16 hezar hatibe tesbîtkirin jî ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê tê texmînkirin ku hejmara miriyan gelekî zêdetir e. 

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku li Sûdanê ji nîsana 2023yan vir ve ku destpêka şer e, 7 milyon û 720 hezar û 119 kes ji cihûn xwe hatine kirin. 

IOM diyar kir ku hejamara kesên ku ji sînor re derbas bûn û çûne welatên cîran 2 milyon û 196 hezar û 355 e û got ku ji van ji sedî 55 kesên ji 18 saliyê biçûktir in. 

Li Dinyayê herî zêde li Sûdanê zarok ji cihê xwe hatine kirin

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) jî ragihand ku li Sudanê 5 milyon zarok ji cihê xwe hatine kirin û welatê ku lê herî zêde zarok ji cihê xwe hatine kirin Sudan e. 

IOMyê da zanîn ku ji kesên ku ji cihê xwe hatine kirin ji sedî 36 ji Xartum, ji sedî 20 Darfûra Başûr û ji sedî 14 jê jî ji eyaleta Darfura Bakur in. 

Asta birçîbûnê ya herî xirab a dinyayê

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) Tedros Adhanom Ghebreyesus destnîşan kir ku li Sudana ku lê şerê navxweyî heye ji 5 kesan kesek di asta rewşa acîl de bêewlehiya xurekê dijî. 

Dibe ku 3 milyon mirov ji birçîna bimirin

Dîrektorê Komîteya Xilaskirinê ya Navneteweyî (IRC) Eatîzaz Yusuf got ku ji ber şerê berdewam dike hema bêje nîvê welêt hewceyê alîkariya însanî ye û 3 milyon kes li ber xetereya xelayê ne û dibe ku ji birçîna bimirin. 

Nûnerê Welat ê Sudanê yê UNICEFê Mandeep O'Brîen got ku biqasî 8,9 milyon zarokên Sûdanî bi ewlehiya xurekê ya akut û nexweşiyan re rê bi rû ne. 

Dîrektora Îcrayê ya UNICEFê Catherîne Russelê jî destnîşan kir ku Sûdan ji bo zarokan “yek ji cihên herî xirab ên dinyayê ye”. 

Russelê da zanîn ku li Sûdanê bi milyonan zarok bi kêmxwarinê re rû bi rû ne û nikarin biçin dibistanê.