Trump bangî Amerîkiyan kir ku ew bibin yek

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump piştî suîqestê got, "Yekbûna me ya îro ji ya her demê girîngtir e, wekî Amerîkî bi hêz û bi biryar bimînin, nehêlin xirabî bi ser bikeve.”

Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya Truth Socialê derbarê suîqesta li dijî wî hat kirin daxuyanî da.

Donald Trump ji bo fikir û diayên ku ji bo şexsê xwe spasiya her kesî kir û got tenê Xwedê dikare pêşî li tiştên ku nayên fikirandin bigire ku ew biqewimin.

Trump wiha got, "Em dê netirsin, berevajî vê em dê li hemberî xerabiyê meydanê bixwînin û di baweriya xwe de bibiryar bin."

Trump ji bo birîndaran şifaya xêrê xwest û got ew bîranîna welatiyê ku di êrîşê ea hat kuştin di dilê xwe de hildigire û wiha dewam kir:

"Yekbûna me ya îro ji ya her demê girîngtir e, wekî Amerîkî bi hêz û bi biryar bimînin, nehêlin xirabî bi ser bikeve û qerekterê xwe yê rastîn nîşan bidin."

Herî dawî Trump got ew li bendê ye ku vê hefteyê ji Wisconsinê bangî Amerîkiyan bike û ji bo wan biaxive.

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.