Nasnameya êrişkarê Donald Trump diyar bû

Duh li 10:58
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Êriş Thomas Matthew Crooks
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - FBIyê nasnameya kesê ku di mîtînga Donald Trump de gule lê reşandibûn eşkere kir.

Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule lê hatin reşandin û di encamê de Trump ji guhê xwe birîndar bû.

Li gorî daxuyaniya Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI), kesê ku di dema mîtîngê de êrişî Donald Trump kiriye bajarokê Bethel Parkê yê Pennsylvaniayê ye û navê Thomas Matthew Crooks û 20 salî ye.

Herwiha FBIyê diyar kir ku lêpirsina li ser bûyerê berdewam dike.

FBIyê ji xelkê xwest ku her kesê ku wêne û dîmên bikêrhatî di destê wan de hebe bila bi wan re parve bikin.

Li aliyê din hate ragihandin, piştî ku êrişkar Thomas Matthew Crooks êrişî Trump kir ji aliyê ajanên Servîsa Nihênî ve hate kuştin.

FBIyê heta ku testên DNAyê yên li ser nimûneyên ku ji cesedê hatine girtin bi dawî nebû, nasnameya êrişkar bi raya giştî re parve nekiribû.

Berpirsiyarê Ofîsa FBIyê ya Pittsburghê Kevin Rojek jî diyar kir ku wan bûyera qewimî wekî "hewldana sûîqestê ya li dijî Serokê berê" pênase kir û got ku hê sedema vê hewldanê nehatiye diyarkirin.

Di êrişê de gule li guhê Trump ket, kesek mir û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst