Li Ewropayê ji ber germahiya zêde agir bi daristanan dikeve

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Şewata Daristanan Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Cazaux e ser bi herêma Ariège li başûrê rojavayê Fransayê, agirekî mezin bi derdorê ketiye, tîmên berevaniya sivîl hewl didin agir kontrol bikin û bang li xelkê dikin ku ji malên xwe derkevin.

Li gorî keşnasiya Fransayê pileya germê li hinek navçeyên Fransayê 43 pile derbas kiriye, her wiha ji ber guherîna keşûhewayê hişkayiya daristanan zêde bûye û bûye sedema vêketina gir.

Nêzîkî hezarek kesên ji tîmên berevaniya sivîl beşdarî vemirandina agir dikin û heta niha derdora 4 hezar kes ji cihên ku metirsî li ser hene derxistine.

Endamê Tîma Berevaniya Sivîl Laurent Dellac anî ziman, “Li vê navçeyê, ku em niha li aliyekî wê ne, darên senoberê hene. Destpêkê nava wan dişewite û pişt re dikevin. Ev jî metirsiyê li ser tîmên vemirandina agir çê dike, dema bi ser wan de dikevin.”

Li navçeya Ansião ya ser bi herêma Leiria li naverastî Portûgalê nêzîkî 3 hezar hektar zevî tenê li vir şewitîne û li gorî Berevaniya Sivîl a Portûgalê derdora 160 kes li Portûgalê ji ber agir birîndar bûne, bêhtirî 10 hezar hektar zevî şewitîne û derdora 860 kes jî derbider bûne, her wiha pileya germê li hinek navçeyan ji 44 pileyan zêdetir bûye.

Pîremêrekî 88 salî Antonio Carmo Pereira got, “Ji wê derê ve agir belav bû. Bayê ew bi aliyê çiyan ve dibir, tenê di dema çend xulekan de me ji bilî dûmanê tiştekî din nedît. Ez ditirsim lê ma ezê biçim ku, ma ez ê xwe di tankeke avê de veşêrim, ez ê li vir bim û ji xwe re temaşe bikim.”

Li Herêma Endelus a Spanyayê pileya germê 45.6 pile silisyos tomar kiriye, li navçeyên rojavayê wî welatî agirekî mezin bi daristanan ketiye û nêzîkî 3 hezar û 500 hiktar zevî şewitîn lê ti ziyanên canî nînin.

Keşnasiya Cîhanî hişyarî da ku dê di rojên pêş de pêla germê li Ewropayê zêdetir belav bibe û germ zêdetir bibe.

Li gorî Raporta Neteweyên Yekbûyî ya Sibata borî, di 28 salên bê de rêjeya şewata zeviyan li cîhanê dê ji sedî 30 zêdetir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst