Erdogan û Şah Selman peywendiyên Tirkiye û Siûdiyê gotûbêj kirin

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz El Siûd bi telefonê li ser peywendiyên Enqere û Riyadê axivîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê bi Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz El Siûd re bi telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniyê, Erdogan û Şah Selman Bin Ebdulezîz El Siûd Cejna Qurbanê li hev pîroz kirin û têkiliyên dualî û geşedanên dawî yên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li ser vexwendina Şah Selman Bin Ebdulezîz El Siûd di 28ê Nîsana 2022an da çûbû Cîde ya Erebistana Siûdî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst