Balyozê Sûriye li Moskowê: Referanduma Kurdistanê dûr û nêzîk pêwendî bi me ve nîne

Moskow (Rûdaw) – Balyozê Sûriyê li Rûsyayê Riyaz Hedad ragihand, ku referanduma Başûrê Kurdistanê dûr û nêzîk pêwendî bi wan ve nîne û Şam destwerdanê di nava karûbarên Iraqê de nake.

 

Li Moskow a paytexta Rûsyayê, îro înê bi boneya kontrolkirina bajarê Mûsilê merasîmek ji aliyê Balyozxaneya Iraqê li Rûsyayê hat sazkirin, ku di vê merasîmê de hejmarek ji balyozên welatan û siyasetmedar beşdar bûn. Balyozê Sûriyê yê li Rûsyayê jî di vê merasîmê de amade bû.

 

Balyozê Sûriyê yê li Moskowê, Riyaz Hedad li ser mijara referanduma Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî û helwesta welatê xwe derbarê wê yekê de aşkere kir.

 

Riyaz Hedad got: “Ev mijar pêwendî bi karûbarên navxweyî yê Iraqê ve heye û Şam destwerdanê di karûbarên ti welatekê de nake.”

 

Hedad tekez kir, ku ku hikûmeta Sûriyê dûr û nêzîk pêwendî bi referanduma Başûrê Kurdistanê ve nîne.

 

Balyozê Sûriyê li Moskowê destnîşan kir: “Ev mijar girêdayî gel, destûr û Parlamentoya Iraqê ve ye û em destwerdanê di nava karûbarên navxweyî yê ti welatekî de nakin. Ez dikarim behsa rewşa navxwe ya Sûriyê bikim. Hemû takekî gist pêkhateyên Sûriyê li gorî yasayan di erk û maf de wekhevin, ji ber wê em naxwazin bibin aliyekî vê arîşeyê. Ev nêrîn û helwesta me ye.”

 

Beşek ji amadebûyên wê merasîmê di wê baweriyê de bûn, ku eger her bertekeke tund li hember referanduma Başûrê Kurdistanê ya bo serxwebûnê hebe, dê zirarê bigihîne hemû Iraqê.

 

Balyozê Iraqê yê li Rûsyayê Heyder Mensûr jî derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew weke aliyê hikûmeta Iraqê piştgiriya diyalogê dikin.

 

Heyder Mensûr da xuyakirin: “Derbarê referanduma ku biryarên me yên Kurd ji bo wê dixebitin û dema wê ragihandine, em weke hikûmeta Iraqê piştgirî li diyalogê dikin. Her bo vê armancê jî şandeke hikûmeta Iraqê serdana Hewlêrê kir, ji bo gengeşekirina mijarên hilawîstî ku hêj di navbera Hewlêr û Bexdayê de çaresernekirî mane.”

 

Piştî kontrolkirina Mûsilê beşek ji iraqiyan dilgiraniya xwe li hember lidarxistina referanduma Başûrê Kurdistanê nîşan dane, lê belê li gel wê çendê corek miyanrewiyê jî di helwesta xwe nîşan didin.

 

Nûnerê Oldarê Mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî li Rûsyayê, Şêx Mihemed Elî Mûsilî jî li ser kontrolkirina Mûsilê ji Rûdawê re axivî û got: “Bi baweriya me, ev yek destpêkeke pir watedar e bo hemû iraqiyan û bo hemû cîhanê û ji bo ji reh derxistin û hişikkiirna çavkaniyên terorê.”

 

Derbarê referanduma Kurdistanê de jî nûnerê Sîstanî diyar kir: “Mijara referandumê, ev mijareke siyasî ye.”

 

Amadebûyên merasîmê li ser wê nêrînê bûn, ku referanduma Başûrê Kurdistanê proseyeke ku dê her were encamdan û Kurd ji wê pêngava xwe poşman nabe, he rji ber wê jî her bertekeke tund li hember wê referandumê hebe, dê zirarê bigihîne tevahiya Iraqê.