Putîn mercên Rûsyayê yên ji bo agirbesta bi Ukraynayê re eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn ragihand ku eger Ukrayna yekeyên xwe ji Donetsk, Luhansk, Herson û Zaporijyayê vekişîne û dev ji daxwaza xwe ya beşdariya NATOyê berde, ew dikarin dest bi mizakerayan bikin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li avahiya wezaretê ya li Moskowayê civînek li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Şêwirmendê Polîtîkaya Derva yê Kremlînê Yurî Uşakov û hinek rayedar beşdarî civînê bûn.

Putîn di civînê de axivî û wiha got:

"Wan em dawetî konferansa li Swîsreyê nekirin.

Bêyî Rûsyayê, bêyî ku diyalogeke safî û berpirsyarane bi me re bikin, di warê ewlehiya Ukrayna û Ewropayê de çereserî ne mimkun e."

“Em pêşniyaza bidawîkirina pevçûnan dikin”

Putîn ragihand ku eger Ukrayna yekeyên xwe ji Donetsk, Luhansk, Herson Zaporijyayê vekişîne û dev ji daxwaza xwe ya beşdariya NATOyê berde, ew dikarin dest bi mizakerayan bikin û wiha got,

"Em îro dîsa pêşniyara aşitiyeke rasteqîne li Ukraynayê dikin.

Em pêşniyaza bidawîkirina pevçûnan dikin, ne ya agrbesta demkî û bipaşxistina çareseriya pirsgirêkê."