Mariupolê di bin alaya Rûsyayê de salvegera Roja Nîştimana Dayik pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Şeniyên Mapiupol a Ukraynayê 2 sal in di bin alaya Rûsyayê de Roja Nîştimana Dayik pîroz kir.

Sala duyem e ku di bin ala Rûsyaya Federal de, nişteciyên bajarê Mariupolê li başûrê rojhilatê Ukraynayê salvegera Roja Nîştimana Dayik pîroz dikin.

Dadgerê Mariupolê Oleg Morgun anî ziman, “Îro bi hev re ligel hemû nîştimana dayika me, roja Rûsyayê digerînin. Ev duyem sal e ku Mariupol ahenga roja Rûsyayê digerîne. Îro Mariupol hevawayê bajarên din ên Rûsyayê bûye bajarekî modern.”

Ji Sibata 2022an û heta dawiya Gulana heman salê, Rûsya di şerekî dijwar de Mariupol kontrol kir, bi hezaran serbaz ji her du aliyan hatin kuştin. Hêdî hêdî Mariupol ewle bû.

Desthilata xwecihî bi piştevaniya Rûsyayê yasaya avakirina Mariupolê heta sala 2035an derxist.

Şêniyê Mariupolê Nikolai anî ziman, “Dilê me bi wê aştî û aramiya ku li Mariupolê heye zêde xweş e. Bi piştîvaniya Rûsyaya dayika me Mariupol nû dibe.”

Hejmara nişteciyên Mariupolê nêzîkî 450 hezar kes e, du ji sêyan xwe Rûsî dibînin.

Dadgerê Mariupolê Oleg Morgun got, “Hemû Rûsya li vê derê ye, avakirin û nûjenkirin bi zûtirîn awayî tê kirin. Sipasiyeke mezin bo Serokê Rûsyaya Federal û Serokê Komara Donetsk û hemû serkirdeyên din, ku nehiştin em bi tenê rûbirûyê zehmetiyan bibin.”

Du li ser sêyan ji Mariupolê wêran bûye, pêwîstiya avakirina bajar bi nêzîka 15 milyar dolar û 10 sal karkirinê heye.