Keştiya koçberan binav bû: 78 koçber xeniqîn

14-06-2023
RÛDAW
Nîşan Yunan Keştiya Koçberan Binavbûn Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya koçberan a ku koçber tê de bûn li nêzî Nîvgirava Peloponez a Yewnanîstanê binav bû.

Li nêzî Nîvgirava Peloponez a Yunanê keştiyeke ku koçber tê de bûn binav bû û di encamê de herî kêm 78 kes mirine, 104 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gorî medyaya Yunanê, ji ber sedemeke nediyar keştiyeke masîgiran a ku koçber tê de bûn, ji ber sedemeke nediyar li nêzî peravên Pîlosê binav bû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di bûyera ku di nav avên navneteweyî de pêk hat de herî kêm 78 kes mirine û 104 kes jî hatine rizgarkirin. Herwiha hat ragihand ku metirsî heye hejmara miriyan zêdetir bibe.

Li gorî daxuyaniyên ewil ên rayedaran qeza li Deryaya Îyonê di avên navneteweyî da çêbûye û tevî bayê zêde jî xebatên berfireh ên rizgarkirin berdewam in.

Li herêmê tevî keştiyeke hêzên deryayî, balafir û helîkopterên artêşa Yunanê, 6 belem jî beşdarî operasyona rizgarkirinê bûne.

Hate hînbûn ku kesên ji karesatê rizgar bûne rakirin nexweşxaneyên li herêmê û rewşa 4 kesan giran e.

Koçberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn û hewl dabûn biçin Îtalyayê heta niha nehatiye zanîn hemwelatiyên kîjan welatî ne.

Rayedaran bal kişandin ser wê yekê ku yên di keştiyê de ti kes ji wan êlekên rizgarkirinî li xwe nekirine.

Heta niha nayê zanîn çend kes di keştiyê de bûne.

Li aliyê din hat ragihandin ku îro danê sibê li girava Girîtê 80 koçber hatin rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst