The Guardian Erdogan wek “TOMA” nîşan da

 

Hewlêr (Rûdaw) – Rojnameya Brîtanî ya bi navê The Guardian, karîkatorek li ser serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan belav kir ku tê de Erdogan mîna amûra bi navê “TOMA” hatiye nîşandan.

Rojnameya The Guardian di hejmara xwe ya îro de karîkatorek li ser serokwezîrê Tirkiyê Erdogan belav kir.

Di karîkatorê de serê Erdogan wek fîlekê hatiye nîşandan û bedena wî jî wek amûra mudaxeleya xwepêşandanan ku jê re “TOMA” tê gotin, hatiye kişandin û bi ava şid êrişî xwepêşanderên Parka Gezî ya Stenbolê dike.

Tê zanîn, di xwepêşandanên parka Gezî ya Stenbolê û deverên din ên Tirkiyê de polîsan bi amûrên TOMA mudaxeleya xwepêşandanan kirin.