Cem Ozdemir bo Rûdawê: Ez êrîşên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê şermezar dikim

Koln (Rûdaw) - Wezîrê Çandinî û Xorakê yê Almanya Federal û kesayetiyê navdar ê Partiya Kesk Cem Ozdemir derbarê êrişên Tirkiyê yên di nav axa Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de got: “Derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser Iraq û Kurdistanê jî, bi tundî şermezar dikim. Divê Tirkiye hewl bide peywendiyên xwe ligel cîranên xwe bihêz bike, ne ku hewl bide bi wan êrîşan pirsgirêkên navxweyî bi xelkê bide jibîrkirin.”

Wezîrê Çandinî û Xorakê yê Almanya Federal Kesk Cem Ozdemir ku bo piştevaniya Partiya Kesk beşdarî hilbijartinên li Herêma Nordrhein Westfalen (NRW) a Almanyayê beşdarî kampanyayê bû ji Rûdawê re behsa projeyên partiya xwe kir.

“Hilbijartina vê carê cûda ye”

Derbarê kampanya û encamên rapirsiyan de Cem Ozdemir got: “Gelek baş e, rapirsî jî pêşbîniyên gelek baş dikin, lê em ligel hilbijartinê bi rewşa niha ya Ukraynayê re mijûl in û dilê me bi xelkê Ukraynayê re ye, ku bûne qurbaniyê şerê xirap ê Pûtîn. Ji ber vê yekê ev kampanyaya hilbijartinê ne kampanyayek asayî ye, divê em bi berdewamî bînin bîra xwe ku em wekî demokratan, demokrasiya xwe biparêzin. Em têdigihin ku ne di berjewendiya rejîmên xwesepandî ên cîhanê de ye, ku dewletên lîberal ên demokratîk biser kevin.”

“Rewşa cîhanî ya di warê birçîbûnê de pir xirab e”

Têkildarî krîza xorekê ya li ser asta Almanya û welatên Ewropyê ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê rû daye, ê Ozdemîr weke Wezîrê Çandinî û Xorakê yê Almanya Federal got: “Li Almanyayê pirsgirêka me ya xorakê nîne. Gihandina xorakê pir baş e, li genim û ceh binêre em ji sedî sed bi xwe berhem tînin, goşt ji sedî sed zêdetir. Ango, pêwîst nake em bitirsin û pêş de xorakên zêde bikirin. Lê eger em li rewşa cîhanê binêrin, bi rastî rewş xirab e, ji ber ku niha birçîbûnek heye ku bi guherîna keşûhewayê ve girêdayî ye û niha şerê Rûsyayê li Ukraynayê rewş xirabtir kiriye. Çinku Ukrayna yek ji wan welatan e, ku genim û ce hinardeyê cîhanê dike. Niha ji Almanyayê tê xwestin ku ji bo peydakirina xorakê alîkariyê bide cîhanê, di kêmkirina birçîbûnê de alîkariyê bike û rola xwe bilîze, ya herî girîng jî di bidawîkirina şerê li Ukraynayê de.”

“Putîn berevajî armancên xwe kar kir”

Ozdemir derbarê hewlên Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn de jî got: “Em hemû mil bi mil sekinîne. Pûtîn pêşbîniyek xelet kir, Pûtîn wiha zanî, ku em qels in û ne yekgirtî ne. Em ti carî li Ewropa û NATOyê ewqas yekgirtî nebûn. Konferansa hikûmeta me ya Almanyayê hebû, ku serokwezîrên Swêd û Fînlandiyayê beşdar bûn. Her du serokwezîr dixwazin bibin endamê NATOyê, wate NATO mezintir dibe û Pûtîn berovajî armancên xwe bidest xistin. Li aliyekî welatê xwe wêran dike û aboriya wan têk diçe, li aliyê din em bihêztir kirin û welatên Rojava têgihiştin, ku agahdar bin û demokrasiyê biparêzin.”

“Êrîşên Tirkiyê şermezar dikim”

Derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser Iraq û Kurdistanê û rewşa li Tirkiyê de jî Ozdemîr wiha axivî: “Dema cezayên 18 sal û heta hetayê dan Osman Kavala û çend kesên din, me bi tundî ew şermezar kirin û wezîrê me yê derve yekser gazî balyozê Tirkiyê kir, ev peyameke eşkere bû. Herwiha Parlamentoya Ewropayê jî bêdeng nema. Derbarê êrîşên Tirkiyê bo ser Iraq û Kurdistanê jî, bi tundî şermezar dikim. Divê Tirkiye hewl bide peywendiyên xwe ligel cîranên xwe bihêz bike, ne ku hewl bide bi wan êrîşan pirsgirêkên navxweyî bi xelkê bide jibîrkirin. Heman lîstikê Rûsya jî dilîze. Her demekê pirsgirêkên navxweyî hebin, an tirsa wendakirina hilbijartinê hebe, ji behskirina gendeliyê bitirse, an enflasyon, birçîbûn û rewşa aboriyê xirap be, yekser hewl didin êrîşe welatekî cîran bikin, lê ev pirsgirêkan çareser nake.”

“Dixwazim serdana Kurdistanê bikim”

Cem Ozdemir li ser pirsa “ Gelo hûn agahdar in ku hejmareke zêde ya dengdêrên Kurd li vê derê hene? Di demên pêş de planeke we heye hûn serdana Herêma Kurdistanê bikin?” got: “Pir bi kêfxweşî, bo min gelek xweş e, herçend pêwîst e niha li vêderê hinek karên ez bikim hene, lê ez bi kêfxweşî dixwazim vê serdanê bikim. Heta niha çend caran min vexwandine û mijarên me yên hevbeş gelek in, ku divê gotûbêjê li ser bikin. Weke rûbirûbûna qeyrana jîngehê, herwiha çawa dikarin çandiniya wî welatî wiha amade bikin, ku têre nişteciyên xwe bike û di heman demê de bo cotkaran dahateke baş be. Bi rastî gelek berjewendiyên hevbeş hene, ku divê gotûbêj li ser bên kirin.”

Ozdemîr banga dengdêrên Kurd ên li wê herêmê kir û got: “Herin ser sindoqan, dengê xwe bidin demokrasiyê. Eger dixwazin bizanin deng bidin kîjan partiyê, dengê xwe bidin Keskan, wek partî.”