Li Lubnanê dê sibe hilbijartinên parlamentoyê werin kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 15ê Gulana 2022an li Lubnanê dê hilbijartinên parlamentoyê werin kirin ku hejmareke zêde ya Kurdan jî li wî welatî dijîn.

Li kolanên Beyrût a Lubnanê dirûşmên ji bo piştgirîkirina Saad Herîrî yê ku piraniya Suneyên wî welatî temsîl dike, hatine daliqandin. Biryar e roja Yekşemê hilbijartinên parlementoyê bên kirin.

Sune di navbera beşdarbûna di hilbijartinan û boykotkirinê de bûne du beş, bi taybetî piştî ku Saad Herîrî yê Serokê Tevgera Musteqbel di destpêka îsal de ragihandibû ku ew beşdarî hilbijartinên 15ê Gulanê yên parlamentoyê nabin.

Welatiyê Sune yê Lubnanî Ehmed got, "Rêjeyeke bilind a boykotkirina hilbijartinan heye. Em bê biryar mane ku wek Sune dengê xwe bidin yan na. Serokê pêkhateya Suneyan Saad Herîrî û serkirdayetiya siyasî biryar dane ku dev ji siyasetê berdin. Tiştekî xwezayî ye ku em jî heman biryarê bidin. Heger biryar derkeve em li gel wî ne û dê hilbijartinan boykot bikin.”

Li gorî rêkeftina mezhebî ya di sala 1989an de, Suneyan ji 128 kursiyên parlamentoyê 28 endamên wan hene ku ev jî wek ya Şîeyan e.

Welatiyê Sune Îsam Ayad jî anî ziman, "Li Lubnanê çareserî nîne. Em 80 kursiyan bi dest bixin û aliyê din 40 kursiyan bi dest bixin jî rewş her wekî xwe dimîne û tiştek nayê guhertin."

Tevgera Musteqbel ku beşek e ji rêkeftina 14ê Adarê, niha di parlamentoyê de 18 kursiyên wan hene, beşek ji berbijêrên Tevgera Musteqbel ji bo wergirtina kursiyên Suneyan hevrikiyê dikin lê nexwestin rêya Herîrî bişopînin û hilbijartinan boykot nekirin.