Encûmena Leşkerî ya Sûdanê: Me teqe li xwepêşanderan nekiriye

14-05-2019
RÛDAW
Rewşa Sûdanê aram nebûye
Rewşa Sûdanê aram nebûye
Nîşan Sûdan Encûmena Leşkerî Xwepêşander
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Sûdanê alîgirên rejîma berê ya Sûdanê bi hewldana belavkirina propaganda, armanckirina şoreşa Sûdanê û têkdana rewşa welat tohmetbar dike û dibêje, hewl didin duberekî û aloziyê derxînin.

 

Di vê derbarê de Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Sûdanê Şemsedîn Kebaşî got: "Encûmena Leşkerî ji parastina asayîş û xelkê Sûdanê berpirs e, em nahêlin bi rêya propagandeyê pirsgirêk li welat bên çêkirin."

 

Hevdem Serokerkanê Sûdanê Haşim Babekir ragihand ku yek gule jî ber bi xwepêşanderan ve neteqandine û nahêlin tevlîhevî jî derkeve.

 

Roja Duşemê gotûbêja navbera Encûmena Leşkerî ya Sûdanê û Hevpeymaniya Guhertin û Azadiyê destpê kir, hevpeymanî daxwaza dubare destpêkirina xwepêşandan û radestkirina desthilatê bo Encûmena Sivîl a Sûdanê dike.

 

Berdevkê Encûmena Leşkerî ya Sûdanê Şemsedîn Kebaşî dibêje: “Ev rewş bi tevahî ji aliyê hinek aliyên din, şaneyên razayî yên rejîma berê û yên din ve wek derfet hatiye bikaranîn ku heta niha şoreşê dikin armanc. Dest bi belavkirina propagandayê kirine, du roj berî niha barhilgirek ku taste li xelkê belav dikir rêya wê hat girtin, vekirî ye ku hêzên çekdar ew kar nekirine, piştre hewl dan bi rêya belavkirina propagandeyan pirsgirêkan di navbera hêzên çekdar û hêzên piştîvaniyê de çêbikin ku beşek e ji Fermandariya Hêzên Çekdar, îro jî rêkeftina ligel serkirdeyên xwepêşandanê wiha kirk u rewşa piştî teqekirinê aram bibe, em wek Encûmena Leşkerî di demekê de me desthilat wergirtiye, em ji asayîşa welat û parastina xelkê wê berpirs in li her cihekî be.”

 

Serokerkanê Sûdanê Haşim Babekir jî dibêje: “Me tenê yek gule jî ber bi xwepêşanderan neteqandiye, ne ji aliyê hêzên çekdar û ne ji aliyê Hêzên Piştîvaniya Bilez ve, yan her hêzeke din, em herwiha piştîvaniya wan jî dikin, lê tekez jî dikin ku nahêlin aloz derkeve.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst