VÎDEO - Putin li Çînê piyano jenî

Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin berî destpêkirina civîna xwe ya fermî ya bi Serokê Çînê re, ji dereng hatina Serokê Çînê derfet wergirt û piyano jenî.

 

Îro yekşembî li bajarê Pekîn a paytexta Çînê, Serokê Rûsya Vladimir Putin ku ji bo beşdarbûn di civîna Rêya Hermûşê (Evrîşem) serdana wî welatî dike, bi Serokê Çînê Şî Cinping re hevdîtinek pêk anî, lê belê berî destpêkirina hevdîtina fermî, Putin derfet dît ji xwe re piyanoyê bijene.

 

Di demekê de ku biryar bû, hevdîtina navbera her du serokan li Koşka Serokatiya Çînê were pêkanîn, lê bo çend xûlekan Serokê Çînê Şî Cinping dereng ma û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin sûd ji wê derfetê wergirt û piyanoya ku li Koşka Serokatiya Çînê bû, jenî.

 

Pûtîn îro di saetên serê sibehê de gihîşt bajarî Pekîn a paytexta Çînê, daku beşdariyê di Forum ji bo Hevkariya Navneteweyî "belt û rê" ya ku biryarê du rojan bidome.

 

Di vê forumê de 100 welat beşdar bûne, ku serok û serkirdeyên 30 welatên cîhanê jî tê de amade bûne.

 

Ev forum li ser destpêşxeriya Çînê tê lidarxistin û Çînê ragihandiye, di projeya nûkirina Rêya Hermûşê de dê zêdetirî 120 milyar dolar werberhênanê bike.