Afirandineke nû: Êdî mirov dikarin bê bask jî bifirin

14-05-2017
RÛDAW
Richard Browning
Richard Browning
Nîşan Richard Browning Kostûm Firîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Dahênerekî brîtanî yê bi navê Richard Browning cilûbergekê nû yê firînê çêkiriye û di pêngava yekemîn de ceribandina wî bi serkeftî bûye.  

 

Richard Browning, ku li Brîtanyayê rêveberê kompanyaya tekonolojiyê ya Gravîty e, kostûmeke balkêş ji bo firînê çêkiriye.  

 

Ev kostûm bi motorên jet ên biçûk kar dike. Motor bi mil û piyan ve hatine girêdan. Richard bi vê kostûmê ve dikare rehet bifire û bi lez ji cihekê here ciheke din.  

 

Richard Browning derbarê vê afrandina xwe de dibêje: “Hemû kes dikare vî kostûmê liber bike û bikarbîne. Bikaranîna wî hêsan e, weke motorsilketê ye. Hûn dikarin bi dehan metreyan bilind bibin û bi sedan mîl biçin. Eger mirov hişyar be, bi hêsanî tê kontrolkirin.”

 

Dahênrê 38 salî,  ji bo çêkirina vê dahênanê 40 hezar paund xerc kiriye. Ji bo kulavê wê jî 15 hezar dolar mezaxtiye.

 

Browning dibêje, bi rêya pêşxistina vî cilûbergî, dê mirov bikarin bêyî otomobîl û firoke, ji cihekê biçin ciheke din. Li gorî gotina wî, hê ji niha ve li seranseê cîhanê gelek daxwaz ji bo vê kostûmê hene.

 

Richard Browning di dema çêkirina vê kostûmê de ji hizra Mirovê Polayî anku Iron Man sûd wergirtiye.

 

Li gorî gotina dahêner, bi saya motortên jetî bi vî cilûbergî mirov dikare di seetekê de 450 kîlometre bi lez here. Herwiha ew dixwaze ji bo sivikkirina kostûmê tîtanyûmê bikar bîne.  

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst