Xelata Eurovision 2017ê Portugalê bidest xist

Navenda Nûçeyan – Fînala hevrikiya Eurovision li bajarê Kiev li paytexta Ukranya hat sazkirin û beşdarbûyê Portugalî Salvador Sorbal xelata yekem bi dest xist.

 

Di hevrikiya Eurovision 2017ê de Salvador Sorbal ji Portugalê strana bi navê “Amar Pelos Dois” pêşkêş kir û bi vê stranê karî xelata yekem bidest bîne. Di pêşbirkê de Bulgariyê bi navê Kristian Kostov bû duyemîn.

 

Îsal ji 26 welatan komên muzikê beşdariya pêşbirka Eurovision 2017ê kirin.

 

Eurovision yek ji mezintirîn hevrikiyên strangotinê ye ku ji salên 50 yên sedsaliya borî heya niha li Ewropa tê sazkirin.