Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Bolognayê ya Îtalyayê welatînameya rûmetê da Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Welatiname ji aliyê Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan ve hat wergirtin.
Şaredariya Bolognayê 27ê Adara 2025an birar dabû welatînameya rûmedê bide Abdullah Ocalan.
Îro ji bo dayîna welatînameyê li Qesra Accursioyê ya herêma Emilia-Romagnayê ya Bolognayê hate lidarxistin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku di heman demê de biraziyê Abdullah Ocalan de di merasîmê de li ser navê Abdullah Ocalan welatînameyê wergirt.
Omer Ocalan derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:
"Fikir û ramanên Birêz Ocalan li her aliyê cîhanê deng vedide. Îro li bajarê Bolognaya Îtalyayê xelata Hemwelatiya Fexrî ji bo Birêz Ocalan hat pêşkêşkirin.
Em şanaz û serbilind in û bi ser navê Birêz Ocalan û gelê Kurd spasiya rayedaran dikin ku ev xelat pêşkêş kirine."
Fikr û ramanên Birêz Ocalan li her aliyê cîhanê deng vedide. Îro li bajarê Bolonyaya Îtalyayê xelata Hemwelatiyê Fexrî ji bo Birêz Ocalan hat pêşkêşkirin. Em şanaz û serbilind in û bi ser navê Birêz Ocalan û gelê Kurd spasiya rayedaran dikin ku ev xelat pêşkêş kirine. pic.twitter.com/cCZcN9TbKb
— Ömer ÖCALAN (@omerrocalan) April 14, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse