Galeriya wêneyan

14-04-2025
13 Photos

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Koşka Elyseeyê.

Dem ku Emmanuel Macron li ber deriyê Elysseyê li benda gihîştina Nêçîrvan Barzanî bû, ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re got: "Ez kêfxweş im ku careke din hevalê xwe yê hêja dibînim."

Bi gihîştina Nêçîrvan Barzaî, Serokkomarê Fransayê bi hembêzeke germ û dostane pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Her du dostên dêrîn, piştî silavê, bi hev re çûn nav Koşka Elyseeyê û piştî gereke di nav koşkê de, wan dest bi civînê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê pirtûkeke bi navê "Kurdistana Min a Delal" wekî diyarî pêşkêşî Emmanuel Macron kir.

Pirtûk ji aliyê nivîskarê Fransî Lam Duc Hien ve hatiye nivîsandin û Beyan Selman wergerandiye Kurdî.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand: "Ez îro ji bo hevdîtina bi dostê xwe yê hêja Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li Elyseeyê bûm, şanaziyeke mezin bû.

Pêwendiya me ya bi Fransayê re gelekî taybet e û her ku diçe xurttir dibe."

Derbarê naveroka civînê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha got:

"Me nêrînên xwe li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê guherîn, û li ser mijarên girîng ên herêmê jî gotûbêj kir.

Min ji bo piştgiriya wî ya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û rola wî ya girîng a di bipêşxistina aramiya herêmê de spasiya Serokkomar Macron kir."

Ev cara yekem û duyem nîne ku her du serok hev dibînin. Pêwendiyeke xurt di navbera her du serokan de heye; ji wê dema ku Macron di sala 2017an de bûye Serokkomarê Fransayê, herî kêm 7 caran li Parîs, Hewlêr û Bexdayê bi Nêçîrvan Barzanî re civiyaye.