Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serdana xwe ya Parîsê got, "Pêwendiya me ya bi Fransayê re gelekî taybet e û berdewam xurttir dibe."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Parîsa paytexta Fransayê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re ciya.
Nêçîrvan Barzanî piştî civîna li Koşka Elyseeyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser pêwendiyên bi Fransayê re û got:
"Ez îro ji bo hevdîtina bi dostê xwe yê hêja Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li Elyseeyê bûm, şanaziyeke mezin bû.
Pêwendiya me ya bi Fransayê re gelekî taybet e û her ku diçe xurttir dibe."
Derbarê naveroka civînê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha got:
"Me nêrînên xwe li ser xurtkirina pêwendiyên navbera Fransa, Îraq û Herêma Kurdistanê guherîn, û li ser mijarên girîng ên herêmê jî gotûbêj kir.
Min ji bo piştgiriya wî ya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û rola wî ya girîng a di bipêşxistina aramiya herêmê de spasiya Serokkomar Macron kir."
J’ai eu l’honneur de rencontrer aujourd’hui à l’Élysée mon cher ami, le Président @EmmanuelMacron. Notre relation avec la France est à la fois précieuse et en constante consolidation.
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) April 14, 2025
Nous avons échangé nos points de vue sur le renforcement des liens entre la France, l’Irak et… pic.twitter.com/yT3D9REKdc
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse