Guterres li ser êrişên Îranê daxuyaniyek belav kir

14-04-2024
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Îran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê şermezar kir û banga rawestandina êrişan kir.

Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres li ser êrişên Îranê yên li Îsraîlê daxuyaniyek belav kir. 

Antonio Gutarres, destnîşan kir ku metirsiyeke cidî heye ku rageşiya li Rojhilata Navîn li herêmê belav bibe û banga aramiyê li hemû aliyan kir.

Antonio Guterres, di daxuyaniya xwe de got:

"Ez aloziyên cidî yên ji ber êrişa berfireh a Komara Îslamî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê daye destpêkirin bi tundî şermezar dikim.”

Herwiha Guterres bal kişand ser wê yekê ku metirsiyeke cidî heye ku bi êrişên vê dawiyê rageşiya li Rojhilata Navîn li herêmê belav bibe û got:

"Ez bangî hemû aliyan dikim ku xwe ji gavên ku dibe sedema pevçûnên leşkerî li gelek eniyên li Rojhilata Navîn dûr bixin."

Di berdewamiyê daxuyaniyê de Guterres, amaje bi wê yekê jî kir ku ne Rojhilata Navîn û ne jî cîhan nikarin bi şerekî nû rabin ser xwe.

Çi bûbû?

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan bi çend dron û mûşekên Kruiseyê êrişî Îsraîlê kir.

Televîzyona dewletê ya Îranê diyar kir ku Supay Pasdaran a Îranê derbarê êrişê de daxuyaniyek weşand.

Spaya Pasdaran a Îranê ragihand ku “Ev êriş bersivek e ji cinayetên rêjîma siyonîst re.”

Li gorî medyaya Îsraîlê, Îranê bi dronan û mûşekan êrîşeke mezin li dijî Îsraîlê pêk anî.

Herwiha rêberê dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî jî li ser hesabê xwe yê tora medyayî ya Xê got, “Rejima siyonîst tê cezakirin.”

Televîzyona fermî ya hikûmeta Îsraîlê KANN ragihandibû ku êrişa Îranê ya dihat çaverêkirin bi dronan dest pê kir.

KANN diyar kir ku di êrişê de di navbera 50 heta 100 dronen kamîkaze hatine bikaranîn.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu derbarê êrişa Îranê ya li ser welatê wî de daxuyaniyek da.

Netanyahu di peyama xwe ya vîdeoyî de got:

"Welatiyên Îsraîlî di van salên dawî û heta van hefteyên dawî de jî xwe ji îhtimala êrişeke rasterast ji Îranê re amade dikin.

Sîstemên me yên parastinê hatine bicihkirin. Em hem ji her cure senaryoyan re, hem ji parastin û hem jî ji êrişê re amade ne.

Dewleta Îsraîl bi hêz e, Hêzên Parastinê yên Îsraîlê bi hêz in, gelê me bi hêz e."

“Îranê bi dehan dron şandin Îsraîlê”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî ragihand ku Îranê bi dehan dron şandine asmanê Îsraîlê û hejmareke zêde ya dron û mûşekên Îranê ji aliyê sîstemên berevaniya Îsraîlê hatine xistin.

Daniel Hagarî da zanîn ku ji ber êrîşa Îranê keçeke 10 salî birîndar bûye û rewşa wê giran e.

Li aliyê din Nûnertiya Daimî ya NYyê ya Îranê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de êrişa asîmanî ya Îranê ya dijî Îsraîlê nirxand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îran di çarçoveya madeya 51emîn a Peymana NYyê mafê xwe yê parastina meşrû pêk anî.

Nûnertiya Daimî ya NYyê ya Îranê herwiha got, “Ev bersiva êrişa rejima siyonîst a dijî mîsyona dîplomatîk a li Şamê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst