18 hezar çêlek di encama teqînekê de mirar bûn

14-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 18 hezar çêlek ji ber teqîneke li çewligeke ajelan a li eyaleta Teksas a Amerîkayê mirar bûn û karkerek jî birîndar bû.

Komîserê Çandiniyê yê Teksasê Siyd Miller roja Înê 14ê Nîsana 2023an di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî teqînekê agir bi çewligeke ajelan ketiye û bûyer wek a “herî bi xwîn a di dîroka Teksasê de” bi nav kir.

Teqînê çewliga South Fork ên li nêzî bajarokê Dimity ya Teksasê ji nav bir. Siyd Miller destnîşan kir ku ji bo lekolîn û berhevkirina bermahiyan “demeke dirêj pêwîst e”.

Piştî bûyerê polîs û tîmên hawarçûnê gihîştin cihê bûyerê û ragihandin ku kesek di nava çewligê de asê maye. Piştî ku tîmên hawarçûnê ew kes rizgar kirin, ew bi birîndarî birin nexweşxaneyê.

Komîserê Çandiniyê yê Teksasê Siyd Miller diyar kir ku sedema teqîn û şewatê hîn ne diyar e û anî ziman, “Dema ku em sedem û rastiya li pişt vê trajediyê bibînin, em piştrast dikin ku zanyariyan bi tevahî ji raya giştî re rabigihînin da ku di pêşerojê de trajediyên bi vî rengî rû nedin.”

Berpirsê Polîsê herêma Castro Sal Rivera ji medyaya Amerîkî re ragihand, “Dibe ku sîstema hilanîna rêxê ya di tankan de pir germ bûbe.”

Sal Rivera her wiha anî ziman, “Dibe ku agir bi gaza metan ketibe û piştre bûbe sedema teqîn û şewatê.”

Enstîtuya Çavdêriya Ajelan a Amerîkayê jî li ser bûyerê di tweeteke xwe de nivîsî, “Divê kesên ku çavdêriya çewligan dikin ji bo parastina ajelan zêdetir kar bikin ku ew jî bi danîna tedbîrên ewlehiya agir tê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst