Li Fransayê li dijî çaksaziya xanenişîniyê xwepêşandan hatin kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Destûrî ya Fransayê biryara dawî li ser çaksaziya xanenişîniyê dide. Ji ber guherandina temenê xanenişîniyê xelk daketin kolanan û xwepêşandan kirin.

Cadeyeke bajarê Nantêse li Fransayê, polîs û xwepêşander bi gaza rondikrêj û lîstikên agirîn rûbirûyê hev bûne. Di vê xwepêşandanê de nêzîkî 600 hezar kesan ji hemû Fransayê beşdarî tê de kirine, ev jî bo derbirrîna nerazîbûna dijî projeyasaya zêdekirina temenê xanenişîniyê ji 62 salan bo 64 salan e.

Xwepêşander Oliver Marin got, “Bi nerîna min di mijareke hev awayî de ku cihê dilgiraniya hemûyan e, girîng e bîr û raya xelkê bê wergirtin. Eger bi rastî em bixwazin demokrasî bimîne û xelk deng bidin, divê guh bidin me. Me kesek hilnebijaritye bo 5 salan ku guh nede me. Ev ne demokrasî ye.”

Roja Înê Encûmena Destûrî ya Fransayê ku bilindtirîn desthilata destûriye, biryara dawî derbarê yasayê dide. Eger bê pesendkirin, Emmanuel Macron wê îmze dike û tê pêşbînîkirin berî dawiya îsal biçe warê cîbicîkirinê.

Xanenişîn Jan Jakis li ser xwepêşandanan û yasayê anî ziman, “Daxwaza sereke ya îro û rojên berê jî bi zelalî ji ber zêdekirina temenê xanenişîniyê ye. Lê li jêr vê yekê jî bilindbûna wekneheviya civakî û wan pirsgirêkan, xort û xanenişîn rûbirûyê hev dibin.”

Li ber baregeha Encûmena Destûrî ya li Parîsê xwepêşander dibêjin daxwaza wan ew e ku ev yasa neyê pesendkirin. Hevdem hişyariyê didin, ew dê di xwepêşandanan de berdewam bibin.

Mamoste Philip Mano got, “Redkirina projeyasayê hîn jî tê kirin. Karmend naxwazin du salên zêde kar bikin, ji sedî 80ê nişteciyan û ji sedî 93ê karmendan dijî vê biryarê ne. Sendîkaya karkeran hevgirtî ye. Eger ev biryar bê pesendkirin jî em ê di xwepêşandanan de berdewam bibin heta wê nehêlin.”

Ev nêzîkî 3ê mehan dibe li Fransayê dijî zêdekirina temenê xanenişîniyê xwepêşandan tên kirin. Zêdetirîn hejmara Fransiyên ku di yek demê de beşdarî di xwepêşandanan de kirine 1 milyon û 300 hezar kes bûn. Li gorî malpera Haris Intraktiv, ji sedî 68ê Fransiyan dijî cîbicîkirina vê biryarê ne.