Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Berevaniya Îtalyayê re rewşa ewlehî û aboriya Herêma Kurdistanê gotubêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du alî daxwaza berdewambûna hevkariyên emnî û hevahengiyê li ser wê yekê kirin ku rewşa ewlekarî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bihêztir bibe.

Di hevdîtinên xwe yên dawî de yên li Îtaliya doh êvarê roja pêncşemê 13-04-2023 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Romayê bi Wezîrê Berevaniyê Guido Crostto re civîya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Nêçîrvan Barzanî “spasiya alîkarî û piştevaniya serbazî ya Îtalya bo Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê da kir û xwesteka Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina hevkariyên hevbeş digel Îtalyayê di warên ewlehiyê û leşkerî da nîşan da.”

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê “Wezîrê Berevaniya Îtalyayê rola Herêma Kurdistanê di baştirkirina aramiya ewlehiya Iraq û navçeyê û şerê li dijî terorîstan de bilind nirxand û ji bo hevkarî û hemahengiya digel hêzên Îtalya yên li Herêma Kurdistanê spasiya Herêma Kurdistanê jî kir.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Guido Crostto “xwesteka xwe ya ji bo berdewambûna hevkariyên ewlekarî û şerê dijî terorîstan diyar kirin û hevdeng bûn ku rewşa aborî û aramiya emnî bi hev re girêdayî ne, lewma bihêzkirina aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê girîng e.”