Penaberekî Sûrî di girtina êrîşkarê New Yorkê de bûye alîkar

Hewlêr (Rûdaw) - Frank R. James ê 62 salî yê êrîşkarê metroya Brooklynê ku 23 kesan birîndar kiribû, bi alîkariya penaberekî Sûrî hat desteserkirin.

Şaredarê New Yorkê Eric Adams diyar kir, êrişkarê metroya Brooklynê Frank R. Jamesê ku 23 kesan birîndar kiribû , hat desteserkirin.

Eric Adams da zanîn ku ku James li bajaroka East Villageya ser Manhattanê ji alî polêsan va hat sekinandin û paşê hat desteserkirin.

Di navberê de penaberê Sûrî yê bi navê Zak, an jî Zekeriya Tehan di konferanseke rojnamevanî de got, dema ku ew li ser karê xwe yê danîna kamîreyên çavdêriyê bû, wî êrîşkar Frank Jemes dît, bilez çû ji polîsan re got û polîsan ew girtin.

Zekeriya Tehan ji medya Amerîkî re got, ew ji Sûriyê ye.

Polîsên Amerîka 50 hezar dolar wek xelat ji bo kesê zanyariyan li ser cihê Frank Jems bide, diyar kiribûn, lê hîn nayê zanîn ka dê polîs xelatê bidin Zekeriya yan na.

Berî 2 rojan, Frank Jems êrîşî metroya Brooklynê  li New Yorkê kiribû, 23 kes birîndar kiribû.