Awistiryayê Elewîtî wek baweriyeke serbixwe nas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Awistiryayê (Nemsa), bi fermî Elewîtî wek baweriyeke ne girêdayî ti dînan û wek sîstemeke baweriyê ya serbixwe nas kir.

Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awistiryayê ji bo nasandina baweriya Elewîtiyê bi salan e di nav hewldanan de ye.

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awistiryayê Ozgur Turak di daxûyaniyekê de anî ziman, "Serkeftin ti caran ne tesaduf e! Silav ji bo kesên ku bêwestan têdikoşin û li berxwe didin".

Ozgur Turak di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, “Wek malbata Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awûstûryayê, di têkoşîna xwe ya bi rûmet a 12 salan de dawiya dawî me encam girt û di cîhanê de cara yekemîn e Elewîtî weke baweriyeke serbixwe hate qebûlkirin! Em ê di 20.04.2022an de li Navenda Çanda Elewiyan a Viyanayê bi daxûyaniyeke çapemeniyê agahiyên berfireh ên li ser mijarê bi hevalên xwe yên rêzdar û raya giştî re parve bikin.”