Donald Trump û Putin bi telefonê axivîn

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Vladimir Putin Ukrayna Amerîka Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump dibêje ku bi telefonê axaftineke "baş" bi Vladimir Putin re kiriye; amaje bi wê jî dike ku îhtîmalek mezin heye ku şer bisekine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê got:

"Duh me axaftineke gelek baş û berhemdar bi Vladimir Putin re kir. Derfeteke pir baş heye ku ev şerê xwînî û tirsnak raweste."

Trump nivîsiye ku ji Putin xwestiye ku jiyana wan leşkerên Ukraynayê biparêze ku bi temamî xwe radestî dikin.

Dawî cara ku her du serokan bi telefonê axivîn di 12ê Sibatê de bû. Wê demê Trump ragihand:

"Min têkiliyeke telefonî ya berhemdar û dirêj bi Serok Vladimir Putin re danî.

Me behsa Ukrayna, Rojhilata Navîn, enerjî, hêza dolar, hişê çêkirî û çendîn mijarên din kir."

Trump wiha nivîsî: (Bi Putin re) em li hev hatin ku em kuştina milyonan kesan di şerê Ukrayna û Rûsyayê de rawestînin û pir ji nêzîk ve bi hev re kar bikin; her wiha em li hev hatin ku em serdana hev bikin."

Şerê Rûsya û Ukraynayê hîn berdewam dike û Trump piştî nêzîkî du mehan ji vegera bo Koşka Spî, nekariye her du aliyan bi agirbestê razî bike.

 Trump di bangeşeya hilbijartinê de çend caran digot: "Di 24 demjimêran de ez dê şer rawestînim."

Vê hefteyê Amerîka planeke agirbestê ya 30 rojan ji bo Ukrayna û Rûsyayê pêşniyar kir.

Trump li Koşka Spî eşkere kir ku hêvîdar e ku Kremlin bi pêşniyaza Amerîkayê ya ji bo agirbesteke 30 rojî razî bibe.

Ukrayna û Rûsya her du jî bi pêşniyazê razî bûn.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got: "Agirbest, dema pêwîst pêşkêş dike ji bo ku bersiva pirsên ewlehiya demdirêj, aştiyeke bi bawer û plana sekinandina şer bide."

Vladimir Putin jî li ser pêşniyaza agirbestê ya Amerîkayê got: ç

"Pêwîst e ku ev agirbest bibe sedema aştiyeke berdewam û rakirina sedemên bingehîn ên vê qeyranê.

Fikreke temam e û bêguman em piştevaniyê dikin lê çend pirs hene ku divê em behsa wan bikin. Bi ya min divê em bi hevkarên xwe yên Amerîkî re jî biaxivin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst