Papayê Vatîkanê daxwaz dike dua bo xelkê varêzkirî bên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Franciscus ji xelkê xwest duayan bo wan kesan bikin ku hatine varêzkirin û rewşeke dijwar derbas dikin.

Papa Franciscus îro Şemiyê 14ê Adarê gotara heftane bi awayê online pêşkêş kir û hêvî xwest ku kesên varêzkirî tehemûl bikin û dema wan bi asanî derbas bibe.

Franciscus got:“Em duayan bo xelkên nexweş bikin piştî belavbûna wê vîrûsa cîhanî. Îro dixwazim duayan bo malbatan bikim, ew kesên ku neçar in li mal û di nav malbatên xwe de bimînin, ji ber dibistan bo hevkariya silametî hatine girtin, loma xelk rewşeke dijwar derbas dikin, divê bi xweşî û şadî baş tehemûla rewşê bikin.”

Tevî varêzkirin û ji hev qutkirina herêmên Îtaliya, hejmara kesên bi koronayê ketine 21 hezar kes derbas kirin û hezar û 441 kes jî ji ber wî vîrûsê canê xwe ji dest dane

Li Îtaliya niha 21 hezar û 157 kes bi vîrusa corona ketine û piştî Çînê Îtlaiya li pila duyem de ye ku bi wê vîrûsê ketine.

Di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de nêzîkî 5 hezar kes bi korona bûne û hikûmeta wî welatî tedbîrên li dijî wî nexweşiyê standine.