Konferansa Brukselê ya li ser krîza Sûriyê bidawî hat

Bruksel (Rûdaw) – Pêncî welat bêyî xwediyê pirsê li Encûmena Yekîtiya Ewropayê hatin ba hev. Nûnerên van welatan li ser alîkariyên darayî ji bo xelkê Sûriyê, bi taybetî ji bo hersê cîranên ku hejmara herî zêde ji koçberan wergirtine, civiyan.

 

Berpirsê Alîkariyên Mirovî yê li Neteweyên Yekbûyî Mark Lowckoc li ser pirsa Rûdawê ragihand: “Du daxwaziyên me bo sala 2019 hene, em daxawz dikin ku 5 milyar û 500 milyon dolar ji bo penaberan li welatên derdorê herwisa divê 3 milyar û 300 milyon dolar ji Sûriyên nav welat re bêne komkirin. Lewra divê 8 milyar û 800 milyon dolar bêne komkirin, di sala derbasbûyî de, me nêzîkî 6 milyaran kom kiribû, heger em îro jî van pereyan kom bikin, yan hejmareke nêzîkî wê be, êdî wê rojeke baş be.”

 

Ji wan welatên beşdar, Almanya yek ji bexşerên herî mezin e ku îsal milyarek û 440 milyon euro pêşkêş dike.

 

Wezîrê Hevkariya Aborî yê Almanya Gerd Muller diyar kir: “Em dê soza xwe ya salên derbasbûyî bilindtir bikin, bo milyarek û 440 milyon euro. Almanya li kêleka welatên deverê disekine, ez Urdin û Iraqê binav dikim, bi taybetî jî bakurê Iraqê û Tirkiyê jî. Em dixwazin tawanên şer bêne dukomentkirin û şopandin. Ez wan tawanên ku li dijî Êzdiyan hatine kirin, bi bîr tînim, ku em bi xurtî li wê herêmê çalak in.”

 

Serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî naxwaze konferansa Brukselê mîna civînên dirêj ên Cinêvê bibe zincîr.

 

Seid Herîrî diyar kir: “Em hêvîdar in ku Bruksel 4-5 û 6 nebin, em hêvîdar in ku ev rewş li Sûriyê bidawî bibe û tevahiya koçberan vegerin, ji ber ku giringtirîn çareserî ji koçberiyê re, veger e. Divê rijêma Sûriyê têkeve bin guvaşê de, ew jî ji aliyê tevahiya dost û hevpeymanan.”

 

Helwestek dîplomatîktir ji Urdinê tê bihîstin. Wezîrê derve yê Urdinê Eymen Sefedî diyar kir: “Em dibêjin divê çareserî li Sûriyê siyasî be, lewra divê em zêdetir kar bikin, daku em bigihên vê çareseriyê, ew çareseriya ku egera berdewamiya wê heye, ew çareserî ye ku yekîtiya Sûriyê biparêze û xelkê Sûriyê wê qebûl bikin û bibe bingeh bo vegera penaberan û lihevhatina niştimanî pêk bîne.”

 

Her yek ji van welatan, berjeweniyeke wan di alîkarîkirina welatiyê Sûriyê de heye û xelkê Sûriyê yê bêçare, bi çalakvan û akademîsyenan, beşdarî konferansê bûne.