Navenda Nûçeyan - Li Bakurê Rojhilata Çînê hefteya borî 17 kes di qezaya kana komirê de asê mabûn li gorî agahiyan wan hemû karkeran canê xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya ajansa Şînhûanê li eyaleta Heylongciangê hefteya borî di kaneke komirê de şewat derket û piştî şewatê jî hezaz çêbû û 17 karkerên kanayê di binê axê de girtî mabûn.
Hat ragihandin şewat ji ber têlên ceyranê derketiye. Ji kana komirê 256 karker hatibûn xelaskirin. 17 karker jî di kanê de asê mabûn.
Tevahiya karkerên ku di kanayê de mabûn jiyana xwe ji dest dane
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse