Nêçîrvan Barzanî û Eymen Sefadî civiyan

14-02-2025
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) Urdin Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê li Munîhê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefadî re civiya.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Sefadî re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de pêwendiyên di navbera Urdin, Îraq û Herêma Kurdistanê de hatin nîqaşkirin û her wiha bal hat kişandin ser xurtkirina hevkariya di warên siyasî û aborî de û pêşhatên dawî yên li herêmê.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya pêwendiyên bi Urdinê re kir û amaje bi rola bi bandor a Urdinê ya di piştgiriya aramiya herêmî de kir.

Her wiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina hevkariya bi Urdinê re dubare kir.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Eymen Sefadî, pêbendiya Urdinê ya ji bo xurtkirina pêwendiyan bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dubare kir û “pesnê rola Herêma Kurdistanê ya di aramiya Îraq û herêmê de da.”

Her wiha tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevkariya ji bo rûbirûbûna astengiyên herêmî jî hat kirin.

Pêşhatên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û herêmê, bi çend mijarên din ên girîng ên hevbeş re, mijarên din a civînê bûn.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst