Erdogan piştî 12 salan çû Misirê: Min birayê xwe Sîsî vexwend Enqereyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî 12 salan çû Misirê û hevdîtinên fermî pêk anîn.

Piştî hevdîtinan, Erdogan bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Erdogan û Serokomarê Misirê Sîsî, Deklarasyona Hevbeş a ji bo Jinûveavakirina Civînên Konseya Hevkariya Stratejîk a Asta Bilind îmze kirin.

Piştî îmzeyê Erdogan di daxuyaniyê de got ku wî Serokkomarê Misirê Sîsî vexwendiye Enqereyê.

Erdogan herwiha diyar kir ku wan li hev kiriye ku qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de bigihîje 15 milyar dolaran.

“Ji bo her du welatan pêvajoyeke nû dest pê dike”

Li aliyê din Serokkomarê Misirê Ebduêfetah Sîsî jî bal kişand ser êrişên Îsraîl û Filistînê û got:

“Dê Tirkiye û Misir dest bidin hev û ji bo Xezeyê encamên baş bi dest bixin.

Ji bo agirbesta li Xezeyê em bi Serokkomarê Tirkiyeyê hev re ne.”

Herwiha Sîsî diyar kir ku ji bo her du welatan pêvajoyeke nû dest pê dike û wiha pê de çû:

“Em dê di demeke nêz de armaca xwe ya bazirganiya 15 milyar dolaran pêk bînin.

Ez ji bo bersivdayîna vexwendina Serokkomar Erdogan bêsebir im.

Em di navbera her du welatan de rûpeleke nû vedikin.”

Erdogan: Em hewl didin ku pêwendiyên Misir-Tirkiyeyê bînin asta pêwîst

Erdogan jî di daxuyaniya xwe de got:

“Em bi Misirê re xwedî çand û dîrokeke bi dirêjahiya hezar salî ne.

Em dê bi vê hêza ku me ji mîrateyên xwe wergirtiye peywendiyên Misir-Tirkiyeyê bînin asta pêwîst.”

Erdogan rewşa dawî ya Xezeyê bi bîr xist û wiha axivî: 

“Mizgeft, dêr, nexweşxane, dibistan û avahiyên Neteweyên Yekbûyî yên ku di şer de jî divê dest nedin wan, hatin bombekirin.

Divê agirbest were ragihandin û alîkariya mirovî bê şandin.

Me bi balafir û keştiyan nêzîkî 34 hezar ton alîkarî şand. Ji bo ragihandina alîkariyan ez bi taybetî dixwazim alîkariya rayedarên Misirê jî parve bikim. Ez spasiya wan dikim.”