Hêzeke operasyonên hevbeş ên Lîbyayê ji Misrate gihişt Terablusê

14-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Lîbyayê piştî ku Parlamentoya wî welatî kesek ji bo postê serokwezîr destnîşan kir ji bo pêkanîna hikûmetê, hêzeke Operasyonên Hevbeş ên Lîbyayê ji Misrata û çend bajarên din gihiştine Terablusa paytext, ji bo derbirîna piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Niştimanî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd Dibîbe, ji ber vê yekê metirsî heye ku ev pêşhat bibe sedema çêbûna şerekî navxweyî li wî welatî.

Ev gava Operasyonên Hevbeş, piştî erkdarkirina serokwezîrekî nû ji aliyê parlementoya Lîbyayê ve hat ji bo pêkanîna hikûmeteke demkî cuda ji wê hikûmeta ku li Terablusê heye.

Bi wê pêngavê metirsî heye, dîsa pirsgirêka hebûna du-rêveberîtiyê li Lîbyayê kûrtir bibe, tevî ku metirsî heye şerekî din ê navxweyî jî destpê bike.

Eqîd Ibrahîm Mihemed, Fermandeyê Hêza Operasyonan li Terablusê ragihand, “Bê guman, sedema sereke ya hebûna me li vê derê, par5astina rêya demokrasiyê ye, li Lîbyayê. Bê guman, sala 2011, me li dijî desthilata serbazî şoreş kir û em desthilata serbazî napejirînin, lewma em hatine vê derê, berevaniyê di ber rewahiya navdewletî de bikin.”

Metirsiya ku heye, ev pêşhate li Lîbyayê bibin sedema çêbûna şerekî navxweyî li wî welatî ku ji dema ketina desthilata Muemmer Qezzafî ve di sala 2011an de ketiye nav şerê navxwe û du-rêveberî û belavbûna çekan û dirustbûna gelek grûpên çekdar, ku gefê li hikûmetê jî dikin.

Piştî biryara parlementoyê, xwepêşander roja Îniya bihorî li bajarên Misrate û Terablus, daketin kolanan ji bo redkirina biryara parlementoya Lîbyayê.

Cemal Mihemed, yek ji xwepêşanderan dibêje, “Beşekî ji çalakvanan li bajarê Terablus û çend bajarên din ên nêzîk, rêk keftin ku îro xwepêşandanê bikin, ji ber çend sedeman, bi sedema zêdegaviya neyasayî ya parlementoya Tubruq û Encûmena Bilind, ev nerazîbûn jî bi sedema nerewahiya wan yasayan e ligel neyasayîbûna wan dezgehên jiyana siyasî ya Lîbyayê.”

Biryara pêkanîna hikûmeteke demkî, li bajarê Tubriq ê Lîbyayê, yek ji derencamên birêveneçûna hilbijartina giştî bû li wî welatî, ku biryar bû dawiya sala 2021ê bê kirin.

Her di bingehê de, soza birêveçûna wê hilbijartinê wiha kir ku, aliyên nakok, hikûmeta berê ya Tubriqê hilweşînin û Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya Lîbyayê pêk bînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst