Erdhejê Gurcistan û Ermenistan hejand
Hewlêr (Rûdaw) – Li welatên Gurcistan û Ermenistanê şeva derbasbûyî erdhej çêbûn. Hêza erdheja li Ermenistanê wek 5.3 û ya li Gurcistanê jî wek 6.2 hat tomarkirin.
Li gor zanyariyên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyê (AFAD), şeva derbasbûyî demjimêr 21.25 li nêzikî bajarê Şîrak ê Ermenistanê erdhej çêbû ku hêza wê 5.3 pileya rîxterê û kûrahiya wê jî 5.61 kîlometre bûye.
Her şeva derbasbûyî, erdhejekê Gurcistan jî hejand û li gor zanyariyên ku ji saziya wî welatî ya ji bo lêkolîn û çavdêriya erdhejê, erdhej demjimêr 22.25 çêbû.
Li gor zanyariyên wê navendê, navenda erdhejê gundê Sameba yê li herêma Samtkhe-Javakheti bû û dijwariya wê jî 6.2 pileya rîxterê bû û herwiha li Tîflîsa paytext jî hest bi erdhejê hat kirin.