Mesrûr Barzanî mercê ji bo piştevaniya hikûmeta nû ya Iraqê aşkere kir

14-02-2020
Nîşan Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Konferansa Asayişê ya Munchenê li gel Necah Şemerî, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê kom bû û ragihand, ew li gel pêkanîna hikûmetêkê ne li Iraqê ku piştevaniya zêdetir li gel be.

Di civînê de guftugo derbarê guhertin û pêşhatên li Iraq û navçeyê hat kirin û tekezî li ser girîngiya seqamgirbûna rewşa Iraqê hat kirin.

Derbarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mesrûr Barzanî ji Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê re ragihand, “Em li gel pêkanîna hikûmetekê ne ku piraniya pêkhateyên Iraqê piştevaniyê lê bikin û pabend jî be bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Hevdem guftugo hat kirin derbarê girîngiya berdewambûna hemahengiya zêdetir di navbera Hêza Pêşmerge û Artêşa Iraqê bo rûbirûbûna êrişên DAIŞê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst