Xwendekarên kurd: Hikûmeta Îtalyayê neheqî li me kir

14-02-2017
RÛDAW
Nîşan Xwendekar Îtalya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Roma (Rûdaw) – Hêvar û hevalên wî yên xwendekar dema xatir ji malbatên xwe xwestin û çûne Îtalyayê, biryar dabûn, ku dibistana xwe xilas bikin, bibin xwedî pişe û piştî vegera Kurdistanê debara xwe û ya malbata xwe jî bikin. Lê piştî 4 salên xwendin û xerckirina pere, hew maye bi destê vala vegerine Kurdistanê.

 

37 xwendekarên Başûrê Kurdistanê beriya 4 salan bi armanca bilindkirina şiyanên xwe yên zanîstî û xwendina pişeyî çûne Îtalyayê. Xwendevan rexne li projeya hikûmeta Herêma Kurdistanê digrin û dibêjin, ku ev proje serkeftî nebûye. Ji ber ku ew sozên li Kurdistanê dane wan li Îtalyayê nehatiye cîbicîkirin.

 

“Beşa xwendinê ne bi dilê me bû”

 

Xwendekar didin xuyakirin, ku li Kurdistanê ji wan re gotine hûn dê bixwe beşa xwe ya xwendinê hilbijêrin lê karbidestên îtalî beşên wan destnîşan kirine.

 

Yek ji Wan xwendekaran Hêwar Cebar e û ji Rûdawê re got; “Li Kurdistanê ji me re gotin li Îtalyayê 7 beşên xwedinê hene û hûn azad in yekê ji wan hilbijêrin. Lê li Îtalyayê hemû tiştek berovajî bû û fêl li me kirin. Bi mîzaca xwe em li ser beaşn pqarve kirin.”

 

Hêwar Cebar xwestiye di bela mekanîk de bixwîne lê niha di beşa heykeltraşiyê de dixwîne û dibêje; “Ti xwendekarek ji me weke pêwîst li vir fêrî pişeyekî nebû û zimanê me jî ne baş e. Ji ber ku pêwîstiyên fêrbûnê pir kêm in, beşek jî ne bi dilê me bû.”

 

Fêrî ti tiştî nebûne

 

Xwendekarên kurd li Kurdistanê di pola 3 ya navendî de bûn û di çarçoveya projeyekî 5 salî ya di navbera Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê û şîsketa ISCAPa îtalî de hinartine Îtalyayê. Li gorî rêkeftinê dabînkirina cîh û xizmetguzariyan li ser hikûmeta Îtalyayê ye. Lê xerca hatin û çûna wan li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Herwiha divê salane hezar euro bidin her xwendekarekî ji bo geştên zanistî bike û 350 euru jî weke bîmeya tendurustiyê bê dayîn.

 

Niha 4 salên xwendekaran derbas bûn û salekî wan maye. Lê ne fêrî ziman bûne û ne jî pişeyekî. Xwendekar dibêjin ,“hikûmeta Îtalyayê neheqî li me kiriye.”

 

Ev xwendekarên kurd li bajarê Kosenza ya ser bi herêma Kalabriyayê hatine nîştecihkirin û bi ser 3 koman de hatine dabeşkirin.

 

“Xizmet hate birîn”

 

Azad Sebah xwendekarekî din e, ku derbarê mijarê de ji Rûdawê re got; “Jixwe em bi ser sê koman de parvekirin û li gorî xwe danîne başan. Ev ne bi dilê me bû. Niha jî pirsgirêka me yê kêmxizmetiyê heye. Di destpêkê de hikûmeta Îtalya û ya Herêma Kurdistanê ji bo me pere xerc dikirin. Lê xizmetguzarî sal bi sal xiraptir bûn.”

 

Azad Sebah dibêje ji ber sîstema xwendinê ew û hevalên wî fêrî ziman û pişeyekî nebûne, lewma jî I aliyê derûnî ve rewşa wan ne baş e û çend salên wan vala çûne.

 

“Divê hikûmeta Kurdistanê rewşa wan bipirse”

 

Berpirsê van 37 xwendekaran heye. Lê ew naxwaze li ser rewşa wan biaxive û dibêje, bila aliyên pêwendîdar gotin û giliyên xwendekaran bişopîne.

 

Xwendekarên kurd ji nihave derbarê destvala vegeriyana Kurdistanê de nîgeran in û bi guman in. ev koma xwendekaran dê dîplomaya derçûnê werbigrin û weke kesên xwedan pişe vegerin Kurdistanê. Ew li hêviyê ne, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kar bide wan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst