Neteweyên Yekbûyî: Xelk ji ber şerê li Bendava Tişrînê bê av e
Hewlêr (Rûdaw) Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric bal kişand ser rewşa şerê li Bendava Tişrînê û diyar kir ku 403 hezar kes li Minbic û Kobaniyê bê av in.
Stephane Dujarric amaje bi rewşa tenduristiyê ya Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê jî kir û da zanîn ku heta niha gelek herêm li Sûriyeyê ne ewle ne.
Berdevk bal kişand ser êrişên komên çekdar ên Artêşa Niştimanî yên nêzîkî Tirkiyeyê ne û da zanîn ku li derdora Bendava Tişrînê bendav kar nake û xelkê hêrêmê ji ber kêmbûna avê dinale.
“Li Kampa Holê kampanyaya vaksînkirinê dest pê kiriye”
Stephane Dujarric behsa xebatên li Kampa Holê kir û got:
"Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê, li ser asta mirovî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) û hevbeşên xwe kampanyayeke serkeftî ya vaksînkina kolerayê li Kampa Holê ji bo ji kesên yek salî û bi jor de pêk anî.
Hevalên me yên di warê mirovî de kar dikin dibêjin heta niha rewşa ewlehiyê li çend herêmên Sûriyeyê ne aram e.
Şer û pevçûnên li parêzgeha Helebê bandorê li herêm û derdora Bendava Tişrînê dikin ku 35 roj in kar nake.
Her wiha zêdeyî 403 hezar kes li bajarên Minbic û Kobaniyê ji ber kêmbûna avê zehmetiyan dikişînin.
Li Dêrezorê jî piraniya gundên li aliyê rojhilat ji ber kêmbûna santralên avê ji ber kêmbûna vexwarina avê dinalin."
#VÎDEO - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 14, 2025
🎙️ Xelk ji ber şerê li Bendava Tişrînê bê av e
🎙️ Li gundên li rojhilatê Dêrezorê jî av kêm e #Rojava #BendavaTişrînê pic.twitter.com/HDPZAjLRn2