Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê: Em dixwazin li parlamentoyê hebûna Kurdan zêdetir bibe

11 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Mihemed Celal Berzencî bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji dîmenan
Mihemed Celal Berzencî bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Celal Berzencî Brîtanya Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Celal Berzencî ragihand ku ew dixwazin li Brîtanyayê mafê Kurdan biparêzin û hebûna Kurdan di şaredarî û Parlamentoya Brîtanyayê de zêdetir bibe.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî çû Brîtanyayê.

Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê Mihemed Celal Berzencî bû mêvanê bernameya Nûrojê ya Rûdawê û sedem û armancên serdana Sûdanî nirxandin.

Mihemed Celal Berzencî ragihand ku Mihemed Şiya Sûdanî di serdana xwe ya Brîtanyayê de dê li gel berpirsên Brîtanî bicive û dê li wê derê çend peymanên di warî siyasî, aborî û ewlehiyê de îmze bike.

Çend peyman dê bên îmzekirin

Mihemed Celal Berzincî da zanîn ku Sûdanî dixwaze bi Brîtanyayê re peymanekê derbarê petrola Xurmaleyê îmze bike.

Bi gotina Mihemed Celal Berzincî, armanca Brîtanyayê ji vê serdanê ew e ku rê li ber derbasbûna madeyên hişbir û kesên bi qaçaxî ji Îraqê diçin Brîtanyayê were girtin.

Berzincî da zanîn ku ew dê sibe li gel Serokwezîrê Îraqê bicivin û wan reşnivîsek amade kiriye û dê wê bidin Sûdanî.

Celal Berzincî daxuyan ku wan ku tê de xwestiye geştên asmanî yên rasterast di navbera Brîtanya û Îraqê de dest pê bikin.

Konferansek dê ji bo lobiya Kurdan were lidarxistin

Berzincî her wiha eşker kir ku ew dê îro li Londonê beşdarî konferanseke bibe ku ji bo lobî û piştgiriya Kurdan tê lidarxistin.

Serokê Komeleya Kurdî ya Brîtanyayê got ku dê çend wezîr û berpirsên Brîtanyayê jî beşdarî konferansê bibin û dê nameya Serokwezîrê Brîtanyayê di wê konferansê de bê xwendin.

Li gorî gotina Mihemed Celal Berzincî 400 hezar Kurd li Brîtanyayê dijîn û ew dixwazin mafê Kurdan biparêzin û hebûna wan di şaredariyan û Parlamentoya Brîtanyayê de zêdetir bibe. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst