Li Somaliyê 20 DAIŞî hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Putlandê ya Somaliyê 20 DAIŞî hatin kuştin.

Li Çiyayên El-Misqadê yên eyaleta Putlandê ya Somaliyê di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de şer derket û 20 DAIŞî hatin kuştin.

Berdevkê Hêzên Ewlehiyê yên Putlandê General Mihemed Mehmûd Ehmed di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Çiyayên El-Misqadê di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de şer derketiye.

Ehmed diyar kir ku di şer de 20 DAIŞî hatine kuştin û 2 leşker jî mirine.

Ehmed da zanîn ku DAIŞiyan bi dronan êriş kiriye û got ku li herêma şer 9 dron hatine xistin.

Berdevkê Hêzên Ewlehiyê yên Putlandê ragihand ku kontrola herêmê careke din ketiye destê hêzên ewlehiyê.