Li Ukrayna navendên xêrxwaziyê xwarinê didin kesên hejar

Xerson (Rûdaw) - Li Ukrayna ji ber şer gelek kes nikarin xwarinê peyda bikin bi tayîbet ew kesên ku hejar û mal û milkên wan wêran bûne. 

Li bajarê Xerson yê Ukraynayê kesên hêjar  hefteyê du caran ji navendên xêrxwaziyê xwarinê werdigirin. Ji bo nan û du qutiyên biçûk ên xwarinê bi saetan rêz dibin. Herwiha navendên taybet bi dabeşkirina xwarinê hatine vekirin û xelk û aliyên xêrxwaz xwarinê werdigrin û bi ser wan malan de dabeş dikin ku nikarin bixwe xwarinê werbigrin.

Welatiya Xersonê Tsurikova Nataliya got: “Min hin xwarin ji marketê kirî, lê gelek kesên bitemen li malê hene nikarin ji mal derkevin, ji ber wê ez hatime vir heta ku xwarinê werbigrin û bo wan bibim, hin kese hene nexweşin nikarin bimeşein. Hin kes hene ditirsin nikarin ji mal derkevin, ji ber wê daxwazê ji cîranên xwe dikin ku xwarinê bo wan werbigrin.”

 Xwarin ji aliyê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ve tê dayîn û mamosteyên berê bi xwebexşî dixebitin û alîkariyê didin mirovan.

Mamoste Ludmila Kulichennko jî dibêje: “Berî şer ez mamostaya IT bûm, dema ku şer destpêkir me heta meha 5 kar dikir,  piştre dema rizgarbûna Xersonê hemû mamosta li Xersonê bûn me li dibistanekê hevdû dît, me dest bi karê xwebexşî kir. Wisa pir başe em hemû bi hev re ne ji ber ku em li mal hest bi tenêtiyê dikin.” 

Beriya ku şer dest pê bike nifûsa Xerson 333 hezar bû lê niha tenê 65 hezar kes li bajêr mane ku piraniya wan kal û pîr in û cihekî ku biçinê nîne.

Welatiya Xersonê Maltseva jî got: “Her kes ji ber bordûmanan tirsiyaye û bajar vala kirine, hemû hevkarên min ên kompaniyê çûne lê ciheke min nîne ku ez biçim. Ti cihek nîne ku em xwe veşêrin û me pere jî nîne ku em ji bajar derkevin, ez bi şev diritsim ku glopan hilkim, ez gelek ji bordûmanan ditirsim ji ber wê nikarim glupan vêxim.”

 Xerson li başûrê Ukraynayê ye. 8 mehan di bin kontrola Rûsyayê de bû û hêzên Ukraynayê ev du meh in bajêr kontrol dikin, lê Rûsya ev çend roj in êrişên xwe ya li ser bajêr giran kiriye