Wezareta Derva ya Amerîkayê biryara ku F-16an bifroşin Tirkiyê şand Kongreyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derva ya Amerîkayê biryara ku F-16an bifroşin Tirkiyê ji bo lêkolînê ji komîteyên Kongreyê re şand.

Li gor medyaya fermî ya hikûmeta Tirkiyê AAyê Wezareta Derva ya Amerîkayê biryara ku F-16an bifroşin Tirkiyê û ji bo nûjenkirina F-16ên berdest kîtên nûjen bide Tirkiyê, ji Encûmena Nûneran û serokê û endamên komîteyên Senatoyê re şand ku li ser lêkolînê bikin.

Li gor çavkaniyan Wezareta Derva ya Amerîkayê biryara xwe ji Kongreyê re şand û dê hefteya pêş şandina biryarê bi fermî ragihîne.

Li Amerîkayê ji bo ku firotina techîzatên leşkerî werin pesendkirin, Kongre ji bo welatên endamê NATOyê di nava 15 rojan de, ji bo welatên ji bilî NATOyê jî 30 rojî de îtiraz neke.