Lavrov bo Rûdawê: Divê ezmûna Hewlêrê bo Kurdên Sûriyê bê veguhastin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji Rûdawê re ragihand, dema Amerîka ji Sûriyê vekişiya, Kurdan ji Rûsyayê alîkarî xwest û tekez kir, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxwaz ji me kir ku em peywendiyên wan li gel hikûmeta Sûriyê asayî bikin.”

Sergey Lavrov diyar kir ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne yekgirtî ne û got, beşek ji Kurdên Sûriyê nêzîkî Amerîkayê ne û beşek din jî nêzîkî Tirkiyê ne. Bi gotina Lavrov, ew kurdên ku di Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê de ne, “nûnertiya hemû Kurdên Sûriyê nakin”.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê behsa ezmûna Kurdan li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, “ezmûna Hewlêrê gelek cuda ye û di demên bihorî de min serdana Hewlêr û Bexdayê kir, civînên min li gel hemû aliyên Kurdî û Sûrî û Iraqî hebûne. Bi baweriya min, ew ezmûna ku Kurdên Iraqê hene, pêwîst e bidin Kurdên Sûriyê jî.”

Sergey Lavrov destnîşan kir, hin alî dixwazin Sûriye û Iraqê bikin qada milmilaniyên xwe û rexne li siyaseta Amerîkayê ya derbarê Kurdan de girt û got, “Ti deman Amerîka çaresereke baş bo Kurdan nabîne.”