Polandayê mafê penaberiyê da malbateke Sûrî

14-01-2022
Mihemed Ibrahîm
Ew malbata Sûrî dema ku ji sînorê Belarusê derbas bûbû, 3 zarokên xwe winda kiribûn û piştre bi alîkariya xelkê û rêxistinên mirovî yên Polandayê, zarok hatibûn dîtin.
Ew malbata Sûrî dema ku ji sînorê Belarusê derbas bûbû, 3 zarokên xwe winda kiribûn û piştre bi alîkariya xelkê û rêxistinên mirovî yên Polandayê, zarok hatibûn dîtin.
Nîşan Poland Koçber Belarus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke penaberên Sûriyê ku ji bav û dê û 4 zarokan pêk tê, piştî ku hikûmeta Polandayê mafê penaberiyê da wan, li bajarokê Michalowo li bakurê rojhilatê Polandayê û li nêzîkî sînorê Belarusê bicih bû.

Dema ev malbat ji Belarusê bi şevê derbasî Polandayê bibûn sê zarokên wan winda bibûn, bavê zarokan hawara xwe gihandibû xelkên navçeyê ku bi alîkariya hikûmeta xwecihî û rêxistina mirovî ya Border Group her sê zarok piştî çend demjimêran hatibûn dîtin.

Maria Bozena, Endama Şaredariya Bajarokê Michałowo dibêje, “Ev bo min xweştirîn dem e. Em spasdar in. Spasiya we hemuyan dikim, êdî em dikarin bê xem bin.”

Niha mafê penaberiyê û parastinê bo vê malbatê ji aliyê hikûmeta  Polandayê ve hatiye dayîn, lewra ew malbat dê li Polandayî bimîne û ji aliyê Saziya Mirovî ya bi navê Fatherland Foundation ve li bajarokê Michalowo xaniyek ji wan re hatiye peydakirin.

Endama şaredariya Michałowo Maria Bozena spasiya hemû wan aliyan kir ku beşdar bûn di lêgerîn û dîtina wan zarokan de.

Maria Bozena got, “Ji dil ve ez spasiya hemû kesên alîkar dikim, kesên xwebexiş, tîmên pizîşkî û parêzer. Ez spasiya hemiyan dikim, ku ev 6 kes rizgar kirin.”

Ji Hezîrana 2021an ve bi hezaran koçber hewl didn ji Belarusê derbasî Polandayê bibin û xwe bighînin Ewropayê, li aliyê din Polanda hejmarek zêde ya hêzên xwe yên leşkerî li ser sîûnor belavkirine û dîwarekî tund ji têlan li ser sînor avakiriye û rê nade koçberan derbas bibin.

Ji ber serma û nebûna xwarin û xizmetguzariyên pizîşkî di 2021an de derdora 21 koçberan li ser sînorê dinavbera Belarus û Polandayî  canê xwe ji dest dabûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst