Biden: Divê Îsraîl ji bo parastina sivîlên li Xezeyê hesastir be

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku ew dê ji bo Îsraîlê piştevaniya xwe bidomînin lê belê ji bo parastina jiyana sivîlan divê Îsraîl di warê êrişên xwe yên li Xezeyê de hesastir be.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî bi Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky re civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist û krîza li Xezeyê nirxand.

Biden bal kişand ser pêwendiya xwe ya telefonî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re û got:

“Em dê piştevaniya xwe ya ji bo Îsraîlê bidomînin. Me ew tiştên ku 7ê Çiriya Pêşînê ji ber êrişên Hemasê qewimîne ji bîr nekirine.”

"Ewlehiya Filistîniyên bêguneh cihê fikarê ye"

Biden derbarê sivîlên ku di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de tên kuştin jî got:

“Ewlehiya Filistîniyên bêguneh (ên li Xezeyê) hîn jî cihê fikarê ye. Ji ber vê, divê Îsraîlî ji bo rêgiriya li mirinên sivîlên Filistînî yên bêguneh hesas tev bigerin."

Biden destnîşan kir, ji bo ku li herêmê pêşî li ber kuştina sivîlan were girtin û şandina alîkariya însanî were hêsankirin, berpirsyariya wan heye.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku ew ji bo wê yekê jî hem bi hevalbendên xwe yên Îsraîlî hem bi yên Ereb re timî di nava têkiliyê de ne.

Sullivan û Austin diçin herêmê

Herwiha Biden ragihand ku Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin dê vê hefteyê biçin herêmê û hem bi rayedarên Îsraîlî hem jî bi rayedarên din re hevdîtinan bikin.

Biden diyar kir ku di rojeva Şêwirmend û Wezîr de zêdekirina alîkariyên însanî, pêşîlêgirtina kuştina sivîlan û sekinandina êrişên li Deryaya Sor hene.

Serokê Amerîkayê duh beşdarî çalakiyekê bûbû û tê de gotibû, ji ber ku Îsraîl ferq û cudahiyê nake û li Xezeyê bombebaranê didomîne, piştgiriya dinyayê ji dest dide.

Biden herwiha gotibû divê Serokwezîrê Îsraîlê ji bo çareseriyeke demdirêj hikûmeta xwe biguherîne.