Boris Johnson di hilbijartinên Brîtanyayê de serkevt

13-12-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên Brîtaniya partiya Konservatîv ango Muhafizekar serkeftineke mezin tomar kiriye û kariye 368 kursiyan bi dest bixe û partiya Kar jî rastî şikestineke mezin hatiye û tenê 191 kursiyên parlamentoyê bi dest dixe.

Roja Pêncşemê 12ê Kanûna 2019an, hilbijartina parlamentoyê li Brîtanyayê hat lidarxistin. Dengdanê ji saet 7:00 sibê ve dets pê kir û di demjimêr 22:00an de li gor dema Londonê deriyên navendên dengdanê hatin girtin û proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

Îro Înê encamên destpêkê yên hilbijartinan hatin aşkerekirin û li gor encamên destpêkê, Partiya Konservatîv ango Muhafizekar serkeftineke mezin tomar kiriye û 368 kursiyan bi dest dixe û Partiya Kar jî rastî şikestineke mezin hatiye û 191 kursiyên parlamentoyê bi dest dixe, di demekê de ku Partiya Kar berî hilbijartina vê carê, di parlamentoya Brîtanyayê xwediyê 262 parlamenteran bû.

Piştî ragihandina encamên destpêkê, serokên herdu partiyên serekî yên Brîtanyayê, Boris Johnson û Jeremy Corbyn daxuyanî dan.

Serokê Partiya Konservatîv, Boris Johnson ragihand, ku dengderan raspardeyek bihêz dane hikûmetê daku Brexitê encam bide.

Boris Johnson herwiha spasiya hemû dengderan jî kir û ragihand, ku tevî encamdana Brexitê ew dê girîngiyê bi xizmetguzariyên terndirustiyê bidin.

Serokê Partiya Kar Jeremy Corbyn jî şikesta partiya xwe di hilbijartinan de qebûl kir û da xuyakirin, ku ew di ti hilbijartinek giştî ya  bê de serokatiya wê partiyê nake û tekez kir, ew dê vê mijarê li gel partiya xwe gotûbêj bike.

Corbyn tekez kir, di qonaxa niha de ew dê hêj serokatiya partiya xwe bike, daku gotûbêj bêne encamdan û ew pêngavan ber bi pêş ve bavêjin.

Parlamentoya Brîtanyayê xwediyê 650 kursiyên parlamenteriyê ye.

Ji bilî herdu partiyên serekî, Partiya Niştimaniya Skotlandê 55 kursî, Partiya lîberal Demorkat 13 kursî, Partiya Kesk 1 kursî û partiyên din 22 kursî bi dest xistine, herwiha Partiya Brexitê nekariye ti kursiyan bi dest bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst