Pentagon: Operasyona dijî YPGê li rojhilatê Firatê nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, pêkanîna êrîşa serbazî ya yekalî li bakurê Sûriyê, eger her aliyek encam bide û li dijî her aliyekê be jî, nayê qebûlkirin.

 

Berdevkê Pentagonê, Sean Robertson di beyannameyekê de ragihand: “Her êrîşeke serbazî ya yekalî bo ser bakurê rojhilatê Sûriyê ji aliyê her aliyekê ve be, bi taybet ku hêza Amerîkayê li vê navçeyê heye, gelek  cihê dilgiraniyê ye. Em her pêngaveke bi vî awayî bi qebûlnekirî dizanin.”

 

Berdevkê Pentagonê herwiha da xuyakirin, “hemahengî û şêwir di navbera Amerîka û Tirkiyê de tekane rê ye, ji bo gotûbêjkirina nîgeraniyên ewlehiyê yên li navçeyê. Em pabendî karkirina ji nêzîk ve ya li gel Tirkiyê ne. Di van dawiyan de jî, şanda pilebilind a me di derbarê Sûriyê de li gel hevtayên xwe yên tirk civiyane, bi taybet bo bêtirkirina hemahengî û hevkarî û şêwira di navbera herdu welatan de.”

 

Beyannameya Pentagonê çend demjimêran piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat, ku duh di gotarekê de gotibû, Tirkiye dê di çend rojên bê de operasyoneke serbazî li rojhilatê Firatê li dijî hêzên Kurdî encam bide.

 

Artêşa Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de hemahengiyê li gel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike û tevî rexneyên tund û gefên Tirkiyê, Amerîka dest ji hevkarî û hemahengiya bi YPGê re bernedaye. Ew yek jî bûye sedema nîgeranbûna Tirkiyê.

 

Tirkiye, YPGê weke baskê Sûrî yê Partiya Karkerên Kurdistanê bi nav dike û daxwaz dike, ku ji wan herêman bê derxistin, ku li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di bin kontrola wê de ne.


Piştî gefên Erdogan, artêşa Tirkiyê hêzeke mezin ku pêkhatibû ji hejmareke tank û tophavêj û zirêpoşan, şande ser sînorê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

 

Medyayên fermî yên Tirkiyê belav kirine , karwanek barhelgir a ku hejmareke tank û tophavêj û zirêpoş û pêdawîstiyên locestîk û çekê giran têde bûn, weke hêza piştevaniyê şande ser sînorê Sûriyê û ew karwan gihîşte bajarê Kilîsê.