Fidel Castro behsa şerê cîhanî kir - Eger Rûsya û Çîn …

Navenda Nûçeyan - Serokê berê yê Kubayê Fidel Castro dibêje, dê Rûsya û Çîn ji ber ezmûna xwe ya zêde ya şoreşgerî rê li ber derketina şerekî cîhanî bigrin.

 

 

Li gora rojnameya Giranma ya ku li paytexta Kubayê bajarê Havana derdikeve, Serokê berê yê Kubayê Fidel Castro derbarê egera çêbûna şerê cîhanî yê sêyem da daxuyanî da.

 

Li gor agahiyln wê rojnameyê, Fidel Castro bal kişandiye ser kirîza di navbera Amerîka û Rûsyayê de ku bi sedema şerê li Sûriyê di navbera her du welatan de derketiye û gotiye metirsiya şerekî dijwar heye.

 

Castro herwiha daye xuyakirin, ew di wê baweriyê de ye ku Moskow û Beijing dikarin metirsiya derketina şerekî cîhanî bidin paş û rê nedin şerê cîhanî yê sêyem biqewime.

 

Castro dibêje, Rûsya û Çîn ji Amerîka bêhtir pirsgirêkên dinyayê fêm dikin, ji ber ku herdu welat jî xwediyê ezmûneke demdirêj in.

 

Serokê berê yê Kubayê tekez jî kiriye, ku Rûsya û Çîn bi saya dîroka xwe û ezmûna xwe ya şoreşgerî dê bikaribin rê li ber derketina şerekî cîhanî bigrin.