Portugal dê Dewleta Felestînê nas bike
Navenda Nûçeyan (Rûdaw)- Parlamentoya Portugalê jî ji hikûmeta welatê xwe xwest ku Dewleta Felestînê nas bike.
Piştî ku parlamentoyên Brîtanya, Fransa, Irlanda û Spanyayê biryarek pesend kirin ji bo hikûmetên xwe da ku îtîrafê bi Dewleta Felestînê bikin, vê carê li Portugalê jî parlamentoyê heman biryar bi piraniya dengan pesend kir.
Ew biryara Parlamentoya Portugalê, pêşniyar dike ku Hikûmeta Portugalê bi hevahengiya ligel Yekîtiya Ewropayê, dewleta serbixwe ya Felestînê nas bike.
Parlamenterên Portugalê her wiha ji hikûmetê xwestin ku bi awayekî berdewam piştgiriya diyalog û bihevrejiyana aştiyane di navbera du dewletên demokrat li Îsraîl û Felestînê de bike.