‘Divê Tirkiye pêdiviyên endamtiya xwe ya Yekitiya Ewropayê bicîh bîne’

 

Brûksel (Rûdaw) - Seroka fraksiyona Yekîtiya Çepgirên Ewropa û Keskên Bakur yên Çep, di parlamana Ewropayê de Gabi Zimmer, diyar kir ku pêvajoya endambûna Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê gellek şansan bi xwe re tîne.

Parlamentera Parlamana Yekîtiya Ewropayê Gabi Zimmer herwiha bi bîr xist ku pêwiste Tirkiye pêywirên xwe yên ji bo endmabûna Yekîtiya Ewropayê pêk bîne û wiha got: “Di dema pêş de wê rapora pêşveçûnê ya nû ya derbarê pêvajoya endambûna Tirkiyê de were xwendin û emê guhdar bikin û minaqeşeyê li ser bikin. Herwiha ji bo erêkirina raporê emê beşdarî dengdanê jî bibin. Em nikarin pêvajoya aştiyê ya bi gelê kurd re, çareserkirina pirsa Kibrisê daynin hêlekî. Bêguman dema Tirkiye bixwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê pêwist e peywirên xwe pêk bîne.”

 
Seroka fraksiyona Yekîtiya Çepgirên Ewropa û Keskên Bakur yên Çep li Parlamana Ewropayê, Gabi Zimmer derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de jî diyar kir ku girîng e peymaneke jihevbaweriya aliyan hebe û wiha axivî: “Destpêka vê salê salvegera 50yê ya peymana Elysee ya navbera Almanya û Fransayê de bû. Mirov dikare şêweyekî wê peymanê bifikire. Bêguman divê di nava şert û mercên guhertî de tiştek wisa were amadekirin. Peymaneke bi wî rengî bingehekî çêdike. Bi kêmasîve baweriyê diafirîne. Ev peyman dikare bibe bingeheke ku mirov bikaribe bi rêya wê bi hevre biaxive, derfetê bide ku bi zimanê kurdî perwerde were dayin, rê bide ku mirov ji bo pêvajoya demokrasiyê xebatê bikin. Ji bo van hemûyan bingeheke peymanî girîng e. Ev dikare bibe bingeheke ku baweriya aliyan ya bi hev jî xurt bibe.”